14:59 25 Hezîran 2018
Vladimir Pûtîn

Pûtîn: 'Ji bo pêşgirtina terorîzmê em ê li Sûriyeyê êrişan bikin'

© Sputnik / Evgeny Biyatov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, ji bo şandina leşkerên Rûsyayê bo Sûriyeyê daxuyaniyek çapemenî da.

Navenda Nûçeyan — Pûtîn, di daxuyaniya xwe de got, ‘em dixwazin hemû hêlên ku li dijî terorîzmê tekoşînê bidin bikin yek û ji bo ku li Sûriyeyê li dijî terorê serkeftî bin divê pêşî em terorîstên ku hinek herêm bidestxistine wan tune bikin.'

Tu eleqeya DAIŞê bi Îslamê re tuneye

Vladimir Pûtîn di berdewamiya axaftine xwe bal kişand ser DAIŞê û got, ‘ tu eleqeya DAIŞê bi Îslamê re tuneye.'

Di axaftina serokê Rûsyayê de xalên ku derketin pêş ev bûn:

*Rûsya, Îran, Iraq û Sûriyeyê li Bexda yê navendek parvekirina zanînê avakiriye, ji bo êrişa hewayî her kes dikare tevlî vê rêveberiyê bibe.

*Me hemû dewletên cihanê ji bo çalekiyên Sûriyeyê agahdar kirin.

*Em hevî dikin Beşar Esed bi mixalefeta Sûriyeyê rêya diyalogê veke.

*Rûsya tenê bi êrişên hewayî dê piştgiriya artêşa Sûriye bike.

*Em ê tevlî operasyonên bejayî nebin.

*Em li gorî çarçove û hiqûqa navneteweyî tevdigerin. Di tekoşîna dijî terorê de ya divê li gorî biryara Lijneya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî anjî li gorî welatê ku daxwaza arikariyê dike tê kirin.

Bi heman mijarî:

Pûtîn dixaze hemberî DAIŞê arîkariyê bide kurda
Vladîmîr Pûtîn: 'Rûsya ji aliyê leşkerî ve piştgiriya hikûmeta Sûriyayê dike
ZINDÎ - Cihan li benda hevdîtina Pûtîn û Obama ye
Obama û Pûtîn ji bo rewşa Sûriyê bên cem hev
Etîketan:
DAIŞ, Vladimir Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de