22:00 11 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn

    Parlamentoya Rûsyayê şandina leşkeran ji bo axa Sûriyeyê erê kir

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, ‘armanca Rûsyayê li Sûriyeyê li dijî terorîzmê tekoşînê bide.'

    Navenda Nûçeyan — Rûsya, me Tirkiye agahdar kir.

    Balyozê Rûsya yê Enqerê İgor Mityakov, daxuyaniya da ajansa RİA Novostî û got, ‘Moskova ji bo êrişa hewayî li Sûriyeyê li dijî terorîzmê bi awayek fermî, Tirkiye agahdar kir.'

    Rûsya, me depoyên çekan hedef girtin

    Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê İgor Konaşenkov, di derbarê êrişa hewayî ya Sûriyeyê de agahî dan û got, ‘ me di êrişa hewayî de rafîneya petrole, baregehên ragihandinê û çend nokteyên depoyên çekan yên DAIŞê hedef girtin.'

    Amerîka: Rûsya, li Sûriyeyê bi dest operasyona hewayî kir

    Li gorî daxuyaniya Berpirsekî ku daxuyanî daye Reutersê dibêje, ‘Rûsya li derdora Himûsê bi dest operasyona hewayî kir û berî operasyonê Rûsya Amerîkayê agahdar kiriye.'

    Her wiha berpirsyarên Rûsiyayî berê jî gotibûn operasyona hewayî ya dijî DAIŞê ne diyare ku kengî bê destpêkirin.

    Serokê Komiteya Ewlehî û Parastinê yê Iraqê Hekîm Zamlî, daxuyanî da RİA Novostiyê û got, ‘em ji vê biryara Rûsyayê kêfxweş in, bi şertê ku ev êriş di nav sînorê Sûriyeyê de bimîne.'

    Minnihanov piştgirî da tezkereyê

    Serokomarê Tatarîstan Rûstem Minnihanov jî piştgirî da tezkereye û got, ‘ DAIŞ ji bo hemû cihanê pirsgirêke mezin e, ji bo vê ez piştgiriyê didim biryara Rûsyayê. Heke pêşgirtinên tûnd neyên girtin DAIŞ dê berfirehtir bibe û dê zirarê bide cihanê.'

    Sûriye, me daxwaza arikariyê ji Rûsyayê kir

    Serokatiya Dewleta Sûriyeyê daxuyaniyek da ajansa nûçeyan ya Reutersê û dibêje, ‘Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bi nameyekê daxwaziya arikariyê ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn kir.'

    Komoyedov, em ê di êrişan de balafir û helîkopteran bi kar bînin.

    Serokê Komiteya Berevanî a Dumayê ya parlamentoya Rûsyayê Vladimir Komoyedov destnîşankir ku, ew ê li Sûriyeyê di operasyonên hewayî de em ê helikopter û balafiran bi kar bînin.

    Komoyedov di daxuyaniya xwe de got, ‘ sebebê ku me operasyona hewayî bijartiye, ji bo ku di operasyonên hewayî îhtîmala zayîat dayînan kêm dibe. Û ya din di destê DAIŞê de sîstema parastina hewayî tuneye. Dema operasyonên hewayî bi rêkûpêk bin bandora êrişan zêdetir dibe.'

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov di daxuyaniya xwe de got, ‘ armanca Rûsyayê ya yekemîn piştgiriya dewleta Sûriyeyê ya meşru û tekoşîna li dijî terorîzmê ye.

    Peskov, li hemberî pirsa ‘êrişa hewayî dê kengî bê destpêkirin? bersivand û got,'ez nikarin ji were bejim bê kengî ê were destpêkirin. Ev zanîneke Spesifîk e.'

    İvanov, bername diyar bû

    Serokê Îdareya Kremlînê Sergey İvanov da zanîn ku, ji bo operasyonên hewayî me bername diyar kir, lê niha ez nikarim hûrgiliyên wê bi were parvebikim.'

    Parlamentoya Rûsyayê şandina leşkeran ji bo axa Sûriyeyê erê kir

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn pêşnûmayek şandibû parlamentoya Rûsyayê da ku leşker bikaribin li derveyê sînor operasyonan bikin.

    Konseya Federasyonê şandina leşkeran bo axa Sûriyeyê bi yekdengî erê kir.

    Konseya Federasyonê a baskê bilind ya parlamentoya Rûsyayê pêşnûmaya şandina leşkeran bo axa Sûriyeyê bi yekdenî erê kir.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn di daxuyaniya xwe de got, şandina leşkeran ji bo axa Sûriyeyê daxwaza rêvebiriya Şamê bû û ji bo li dijî terorîzmê tekoşînê bidin me ev biryar stend.

    İvanov: Em operasyona bejayî nafikirin, em ê bi rêya hewayî operasyonan bikin

    Serokê Îdareya Kremlînê Sergey İvanov, ‘ji bo hemwelatiyên Rûsyayî ku li kêleka grûbên terorîst şer dikin me ev biryar stend û hejmara wan bi hezaran tê îfadekirin. Heke ev terorîst vegerin malên xwe wê demê ewlehiya netewî ya welatê me dikeve xeteriyê.

    İvanov da zanîn ku, ‘em li Sûriyeyê plana operasyonên bejayî nakin, heke ji dewleta Sûriyeyê daxwazî were em ê bi rêya hewayî li baregehên terorîstan bidin.'

    Daxwaza arikariyê ji Sûriyeyê hat

    Serokê Îdareya Kremlînê Sergey İvanov di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘ rêvebiriya Şamê xwest Rûsya leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê û em li gorî hiqûqa nawnetewî tevdigerin. Em ne wekî hevpeymana ku Amerîka pêşengiya wê dike ne.'

    Hat ragihandin ku, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji bo ku karibe leşkeran bişînê derveyê sînor pêşnûmayek şandiye Konseya Federasyonê a baskê bilind ya parlamentoya Rûsyayê.

    Rûsya, li Rojhilata Navîn dê çalaktir be

    Serokê Konseya Federasyonê Valentina Matviyenko daxuyanî da û got, ‘em ê daxwaza Pûtîn di rûnişteke girtî de binirxînin.'

    Valentina Matviyenko, eşkere nekir destûra pêşnûmayê ji bo kîjan welatî/an derbas dibe.

    Her wiha, ev jî dide xuyakirin ku dê dewleta Rûsya piştgiriya xwe li hikumeta Sûriyeyê zêdetir bike.

    Bi heman mijarî:

    Vladîmîr Pûtîn: 'Rûsya ji aliyê leşkerî ve piştgiriya hikûmeta Sûriyayê dike
    ZINDÎ - Cihan li benda hevdîtina Pûtîn û Obama ye
    Obama û Pûtîn ji bo rewşa Sûriyê bên cem hev
    Pûtîn: ‘Em dixwazin Esed ji vê krîzê xelasbikin'
    Etîketan:
    Vladimir Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de