03:34 21 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn

    Pûtîn: ‘Em dixwazin Esed ji vê krîzê xelasbikin'

    © AFP 2017/ MIKHAIL KLIMENTYEV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, em dixwazin Serokê Dewleta Sûriyeyê ji vê rewşa ku têdeye xelasbikin.

    Navenda nûçeyan-Serokê Rûsyayê Pûtîn bû mêvanê televîsyona CBS ya Amerîkayê. Pûtîn li hemberî pirsa ‘hûn di pêşeroja Sûriyeyê de dixwazin çi bikin' bersivand û got, ‘ yekemîn armanca me ku em rêvebiriya Şamê ji vê aloziyê xelas bikin.'

    Vladimir Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe bal kişand ser dewletên rojhilata navîn û got, ‘ me encama rêvebirên meşru wekî Libya û Iraqê dît li van welata saziyên dewletê hemû hilweşiyan. Divê em rêvebiriyên dewletê bihêz bikin û li hemberî terorîzmê tekoşînê bidin.'

    Pûtîn di dirêjiya axaftina xwe de got, ‘divê em bangî rêvebiriya Şamê bikin ku reforma bike û bi mixalifan têkeve diyalokê, ji bo krîza Sûriyeyê çareyeke din tuneye.'

    Serokê Rûsyayê di dawiya axaftina xwe de got,'yê ku dixwazin Esed here divê serî li xelkê Sûriyeyê bidin, tenê xelkê Sûriyeyê dikarin biryara guherandina rêvebiriyê bidin.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Pergala atomî ya li ser sînorê me nayê qebûlkirin’
    Rûsya: ‘Dê bê Amerîkayê li DAIŞê bide'
    Rûsya-Îran: Şêwrên derbarê Sûriyayê
    Rûsya û Îsraîlê li ser sazkirina mekanîzmaya koordînasyonê ya hevbeş li hev kirin
    Etîketan:
    Vladimir Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de