04:31 23 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di dema cejna leşkerî-werzeşî de ya jibo xatirê Roja Floyê Leşkerî yê Deryayî li Baltîskê

    Rûsya: ‘Dê bê Amerîkayê li DAIŞê bide'

    © Sputnik/ Mikhail Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2110

    Li gor ajansa Bloomberg, piştî ku Rûsyayê hejmarek firokeyên şer li Sûriyeyê bi cih kirin, serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn niha amadekariya êrişên ezmanî li hemberî DAIŞê dike.

    Navenda nûçeyan-Hat zanîn ku Rûsya niha xwe ji bo operasyonên li dijî rêxistina îslamî ya radîkal DAIŞê amade dike û "bi serê xwe" li wê rêxistinê bide.

    Li gor Bloomberg, ku xwe dispêrê "derdorên haydar", Pûtîn dixwaze bi serê xwe tevbigere û êrişî DAIŞê bike, eger Amerîka tevlî hewldanên Rûsyayê ji bo êrişeke hevpar li dijî DAIŞê nebin.

    Bloomberg diyar dike ku Pûtîn gellekî aciz e ku Amerîka heta niha bersiva pêşniyara Rûsyayê ji bo hevpeymaniyeke li hemberî DAIŞê nedaye.

    Li gor Bloomberg, Rûsya dixwaze ku êrişên li hemberî DAIŞê di navbera wê, Amerîka, Îran û artêşa Sûriyeyê de bên kordînekirin, herwiha li kêleka êrişên leşkerî, rê ji bo çareseriyeke siyasî jî dê bê vekirin.

    Di rojên borî de çendîn dezgehên medyayê diyar kiribûn ku Rûsyayê herî kêm 28 firokeyên şer li bajarê Laziqiyê yê Sûriyê bi cîh kirine, herwiha baregeheke leşkerî jî ava dike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya-Îran: Şêwrên derbarê Sûriyayê
    Rûsya: ‘Pergala atomî ya li ser sînorê me nayê qebûlkirin’
    Rûsya û Îsraîlê li ser sazkirina mekanîzmaya koordînasyonê ya hevbeş li hev kirin
    Rûsya ji bo parastina malbatê tedbîran digire
    Etîketan:
    DAIŞ, Vladimir Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de