07:41 21 Mijdar 2017
Zindî
    Alên Almanya, Rûsya û YE

    Rûsya: ‘Pergala atomî ya li ser sînorê me nayê qebûlkirin’

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li gorî nûçeyeke televîzyona ZDFê ya almanî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê li eyaleta Rheinland-Pfalzê 20 bombeyên atomî yên bi tîpa B61-12 bi cih bike. Nûçeyê ragihand ku ev bombe dê li şûna çekên atomî yên heyama Şerê Sar bên bicihkirin û bi vê armancê xebatan dest pê kirine.

    Berdevkê hikûmeta Rûsyayê jî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku planên DYAyên li ser çekên nukleerî yên li Elmanyayê dê hevsengiya hêzan a li Ewropayê ber bi rewşeke xeternak ve bibe. Ev yek dê Rûsyayê neçar bihêle ku tedbîrên dijberî vê planê hilgire. Rewşeke wiha de Rûsya xwedî hêz û maf e ku gaveke pêwist biavêje.


    Ji aliyekî din ve, DYA  tevî baregeha li eyaleta Rheinland-Pfalzê, li baregehên li Volkel a li Hollanda, Kleine Borgel a li Belçîka, Avîano û Ghedî yên li Îtalya û Încîrlîk a li Tirkiyeyê jî çekên nukleerî bi cih kiriye. Li gorî pisporan çek û bombeyên îroyîn ji dema Şerê Sar bêhtir ziyankar in.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Îsraîlê li ser sazkirina mekanîzmaya koordînasyonê ya hevbeş li hev kirin
    Rûsya ji bo parastina malbatê tedbîran digire
    Yûnanistan: 'Em amade ne ku bi Rûsya û Herka Tirkiyeyê re hevkariyê bikin'
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de