11:23 21 Mijdar 2017
Zindî
    Pûtîn û Erdogan dî vekîrîna Camîyê de

    Camiya Moskovayê ku li Ewropayê heri mezîn e, Erdogan û Pûtîn vekir

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Camiya Moskovayê ku lî Ewropayê herî mezîn e, bi beşdarbûna Serokê Tirkiyeyê Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtin ve hat vekirin

    Navenda nûçeyan-Camiya mezin ya Rûsyayê piştî xebata 7 salan îro bi beşdarbûna Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyip Erdogan, Serokê Filîstînê Mahmûd Abbas, Serokê Kazakistanê Nûrsultan Nazarbayev û bi tevlîbûna Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Moskovayê vedibe.

    11.21 Serokomar Erdogan, Serokê Rûsyayê Pûtîn û Mahmûd Abbas hatin qada torenê, Erdogan û Pûtîn li protokole li kêleka hev rûdinin.

    11.26 Merasîm bi xwendina Qûranê, Bilal Abdulhalikovê ku di Pêşbirka Xwendina Quranê a Navnetewiya Rûsyayê de yekemin hatibû hat destpêkirin.

    Camiya ku 170 milyon dolar mesref lê hat kirin, li navenda bajêr li rêya Prospekt Mirayê ye. Camiya ku bi mezinbûna xwe bale dikşîne di heman demê de 10 hezar mirov dikarin bi hevre limêj bikin. Qada Camiyê ya girtî 19 hezar metrokare, bilindbûna qûbbeyê 46, firehiya wê jî 22 metro ne û 2 minareyên wê yê 81 metro hene.

    Camî ji hêla Rêvebiriya Olî ya Misilmanên Rûsyayê û dekorasyona nava wê jî hêla Weqfa Diyanêtê ya Tirkiyeyê ve hat çêkirin. Di dekorasyona Camiyê de senetkariya klasik ya Osmanî derdikeve pêş.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Îsraîlê li ser sazkirina mekanîzmaya koordînasyonê ya hevbeş li hev kirin
    Rûsya ji bo parastina malbatê tedbîran digire
    SÛRİYÊ - Gelo Amerîka û Rûsya lihev bikin?
    Sûriye: Çima Amerîka DAIŞê bombebaran dike, lê Rûsya nikare bike?
    Etîketan:
    Vladimir Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de