07:23 26 Gulan 2018
Koalîsyona dijê DAIŞê

Sûriye: Çima Amerîka DAIŞê bombebaran dike, lê Rûsya nikare bike?

© AFP 2018 /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Sefîrê Netewên Yekbûyî yê Sûriyeyê Beşar Caferî got, ‘mafê Rûsyayê jî heye li Sûriyeyê sîperên DAIŞê bombebaran bike.

Navenda nûçeyan-Caferî di daxuyaniya çapemenî de bersiva rojnamevanan da û got, ‘ çima destûra Amerîka bi balafirên xwe ku sîperên DAIŞê bombebaran hebe lê ya Rûsya tunebe? Tu wateyek ji vê re tuneye. Jixwe em tev li hemberî

Wezîrên karên derve yên Rûsya û Amerîkayê Sêrgêy lavrov û John Kerry
© AP Photo / Brendan Smialowski
Wezîrên karên derve yên Rûsya û Amerîkayê Sêrgêy lavrov û John Kerry
© AP Photo / Brendan Smialowski
heman dijminî şer dikin.'

Ev hevkarî ji kevn de heye

Caferî da zanîn ku, ‘piştgiriya leşkeri ya Rûsyayê ji bo rêvebiriya Şamê ev ji demen borî û ji hevkariya berevaniyê tê.'

Piştî daxuyaniya Caferî, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry; Rûsyayê ji bo mijara krîza Sûriyeyê pêşniyara hevditîna artêşan li me kir. Kerry got,' em ê pêşniyara Rûsyayê binirxînin.'

Her wiha Nûnerê Qesra Sipî Josh Earnest da zanîn ku,' heke Rûsya bi pêşniyarek avaker, piştgiriya koalisyona ku li dijî DAIŞê şer dike li me bike, em ê vê bi kêfxweşî pêşwazî bikin.'

Bi heman mijarî:

Rûsya: Ji bo tunekirina DAIŞê divê dest ji xistina Esed bê berdan
Rûsya ji bo şerê DAIŞê merc danîn
Rûsya, li cihanê hêza duyem e
Etîketan:
NY, Beşar Caferî, John Kerry, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de