03:18 25 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn

    Pûtîn, DAIŞ gefan li Mekke û Medînê dixwe

    © Sputnik/ Mihail Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 75 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtin, bangî civata navdewletî kir û got, ‘ dev ji hêrsên xwe yên jeopolitik û standardên dualî berdin. Terorîstên DAIŞê gefan li Mekke, Medîne û li Qûdsê dixwin.

    Navenda nûçeyan-Pûtin di zîrveya Rêxistina Lihevkirinê ya Ewlekariya Hevbeş de ku li paytextê Tacikistanê hat kirin bangî civata navdewletî kir û got, ‘ hin kes ji bo bighîjin armancên konjekturel yekser rêxistinên terorîst bikartînin, dev ji van xebatan berdin. Dev ji

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û Amerîkayê Sêrgêy lavrov û John Kerry
    © AP Photo/ Brendan Smialowski
    tevger û xebatên guherandina rejima berdin. Di tekoşina li hemberî terorîzmê de em civatên navdewletê divê hêzên xwe bikin yek.

    Rûsya nebûna Sûriye ji Libya xerabtir dibû

    Vladimir Pûtîn, di zîrveya Duşanbe ya paytextê Tacikistanê de bal kişand ser xeteriya Sûriyeyê û got, DAIŞ hem li Sûriyeyê û hem jî li Iraqê xwediyê axeke mezin e. DAIŞ gefan li cihên pîroz wekî Mekke, Medîne û Qûdsê dixwe û em bi fikarin ku çalakiyên xwe li Rûsya, YE, Asya Navîn û li Başûrê Rojhilatê Asyayê jî zêde bike. Heke Rûsya piştgirî nedana Sûriyeyê rewş li wir gelekî xeter dibû û heta dê ji bûyerên ku niha li Libyayê diqewimin qat qat zêdetir bûna.

    Bi heman mijarî:

    Vladîmîr Pûtîn wê serdana Qirimê bike
    Waşigton bawer ne dikir ku Pûtîn wisa bilez Rûsya vejîne
    Pûtîn: Rûsya bazara serwerîyê nake
    Etîketan:
    Vladimir Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de