12:39 20 Tebax 2017
Zindî
    Forma Ekonomî ya Cihanê

    Koreya Başûr dixwaze ku bi Rûsyayê re hevkariyê bike

    © Sputnik/ Mikhail Voskresensky
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1401

    Koreya Başûr a ku dibêje ‘dem hatiye ku em bi Rûsyayê re hevkariyê bikin' dixwaze bi Rûsyayê re di çarçoveya projeya geşepêdana Herêma Rojhilata Dûr de tifaqê çeke.

    Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Koreya Başûr Yoon Sang-Jick, li bajarê Vladivostoka Rûsyayê ji bo pêşxistina hevkariya navnetewî ya Asya û Pasîfîkê di Foruma Aboriyê ya Cihanê de axivî û got: 'Em dixwazin hevkariyên xwe digel Rûsyayê xurtir

    bikin û di geşedanan de roleke çalak bilîzin.'

    Foruma Aboriyê ya Cîhanê

    Sang-jick di daxuyaniya xwe de got: 'Di nav Rûsya û Koreya Başûr de ew potansiyela hevkariyê heye, dem dema lihevanîna hêzan e.'

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û Amerîkayê Sêrgêy lavrov û John Kerry
    © AP Photo/ Brendan Smialowski
    Wezîrê Koreya Başûr dibêje ku pergala bendera serbest dê tevgera karsazên koreyî bi pêş bixîne.

    Sang-jick di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiyê û got: ‘Şirketên her du welatan dikarin bi hev re aboriya xwe baştir bikin û serkeftinan bi dest bixînin.'

    Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî di Foruma Aboriyê ya Cîhanê ya ku li bajarê Vladivostokê li dar ketibû de axivî û got: ‘Li herêm û bajarên din jî em ê pergala bendera serbest bi pêş bixînin.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya wê li Pêşangeha navnetewî nûjentirîn firoka bê firokvan pêşkêşbike
    Rûsya amade ye ku bi şêweyekî qanûnî beşdarî rêkeftina atomî ya Îranê bibe
    Rûsya: Ji bo tunekirina DAIŞê divê dest ji xistina Esed bê berdan
    Etîketan:
    Forma Ekonomî ya Cihanê, Vladimir Pûtîn, Yoon Sang-Jick, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de