03:31 21 Mijdar 2017
Zindî
    pûtîn û esad

    Pûtîn: 'Esad ji bo çareseriyê amade ye'

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn: Serokê Dewleta Sûriyayê amade ye ku hilbijartinên nû li dar bixîne û digel mixalifan parlamentoyeke nû ava bike.

    Putîn, di tekoşîna li hemberî DAIŞê de piştgiriya xwe ya ji bo rêvebiriya Şamê dubare kir û got ‘divê em bi awayekî hevpar vê tekoşînê bimeşînin.'

    Vladîmîr Pûtîn got ku ‘divê Esad bi awayekî lezgîn here hilbijartinên parlamenteriyê û ew amade ye ku îqtidarê bi komên mixalif re parve bike.'

    Pûtîn, li bajarê Vladivostok ê Rûsyayê di civîna Foruma Ekonomiyê ya Rojhilatê de bersiva rojnamevanan da û got: 'Li hemberî terorîzmê û rêxistinên tûj em dixwazin hevpaymaniyeke navneteweyî pêk were. Di tekoşîna li hemberî terorîzma li Sûriyayê de jî divê bi awayekî hevpar were meşandin.'

    Amerîka û Erebistana Siûdî ji bo desthilatdariya Esad rewa nebe heta niha bi rêveberiya Şamê re tu têkilî danenîne. Ji bo ku dewletên Rojava û dewletên Kendavê Esad wekî perçeyekî ji pirsgirêkan dibinin tev li mijara çareseriyê nabin û dixwazin Esad ji desthilatdariyê bikeve.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: 'Em ji bo peymangirêdana bi Tirkiyê re amade ne'
    Rûsya: Ji bo tunekirina DAIŞê divê dest ji xistina Esed bê berdan
    Rûsya û Erebistana Siûdiyê êdî bêtir hevdîtinan dikin
    Etîketan:
    Esad, Vladimir Putîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de