08:27 26 Îlon 2017
Zindî
    Îran û koma `şeşînê`

    Rûsya amade ye ku bi şêweyekî qanûnî beşdarî rêkeftina atomî ya Îranê bibe

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Rûsya amade ye ku erkên xwe yên di çarçoveya rêkeftina derbareyê bernameya atomî ya Îranê de pêk bîne.

    Ji bo vê yekê, ew bi rêjîma sizayan a Civata Ewlekariyê yê NY ya li dijî Tehranê ve ne girêdayî ye. Projeya biryarnameya serokê Rûsyayê ya derbarê 'tedbîrên ji bo pêkanîna biryarnameya Civata Ewlekariyê ya NY ya jimare 2231 a 20ê Tîrmeha sala 2015an hatiye standin' ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya welêt ve hatiye amadekirin, divê vê erkê çareser bike. 

    Projeya biryarnamea serokê Rûsyayê ji hemû sazûmanên rûsî dixwaze ku ji bo hemû qedexekirinên ku di salên 2006, 2007, 2008, 2010an de ji aliyê Civata Ewlekariyê ya NY ve li dijî Îranê hatibûn pêkanîn, bên rakirin.

    Bi vî awayî, li gorî planên hevbeş ên di navbera Rûsya û Îranê de, li pîşekariya 'Fordo' di nav 15 salan de wê karên zanistî û lêkolînerî yên zengînkirna ûranyûmê ve bên birêvebirin.

    Rayedarên rûsî berî niha gelek caran destnîşankiribûn ku Moskova bi vî awayî tu karê xêrxwaziyê nake. Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Riyabkov bi taybetî wiha ragihand: 'Ev projeyên bazirganiyê ne. Em, helbet, pereyan qezenc nakin, lê divê ev proje bi awayekî otonom xwe bi rê ve bibin, ango ew ê tu alikariya darayî ji budçeyê wernegirin û ev erkeke zehmet e. Lê Rosatom, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê û sazûmanên din bihêvî ne ku ev pirs bên çareserkirin.'

    Li gorî çavkaniya rojnameya rûsî 'Kommersant' a nêzîkî Kremlinê, Vladîmîr Pûtîn wê di çend hefteyên nêzîk de biryarnameyê mohr bike. Her wiha li gorî heman çavkaniyê, 'rewşa niha derfetê dide ku bê hêvîkirin ku rêkeftin di demsala pêşîn a sala 2016an de were bicihanîn.'

    Wekî di projeya biryarnameya serokî de jî tê gotin, 18 sazûman û di nav de wezareta karên derve, ya karên navxweyî, ya berevaniyê, raguhastinê, darayiyê, bazirganiyê, saziya 'Rosatom'ê û yên din wê di tedbîrên destnîşankirî de beşdar bibin.

    Di heman demê de, duh hat diyarkirin ku 34emîn endama Kongreya Amerîkayê ya ji Partiya Demokrat Barbara Mikalsî piştgirtiya rêkeftina bi Îranê re dike. Bi vî awayî rêvebiriya Amerîkayê piştgiriya Kongreyê ya pêwist a derbarê rêkeftina bi Îranê re wergirt. Niha, heger endamên Partiya Komarê rêkeftinê red jî bikin, Barak Obama wê li dijî wan vetoyê bi kar bîne.

    Bi heman mijarî:

    Korsanan êrîşî gotebêjên derbarê bernama atoma Îranê kirin
    Senatoyê Amerîkayê proja zagona derbarê bernama atoma Îranê qebûlkir
    Komîta sênatê Amerîkayê zagona derbarê bernama atoma Îranê qebûlkir
    Etîketan:
    Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de