12:02 26 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov: 'Em dixwazin kirîza Sûriyayê bi awayekî siyasî were çareserkirin'

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Sergey Lavrov teqez kir ku Rûsya hewl dide ku kirîza Sûriyayê li gorî nêrîna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin çareser bike.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku welatê wî piştgiriya yekîtiya axa Sûriyayê dike û dixwaze qeyrana Sûriyayê bi awayekî siyasî were çareserkirin.

    Lavrov li paytext Moskovayê şandeke dijbereya Sûriyê ya ku li Rûsyayê dimîne pêşwazî kir.

    Sergey Lavrov teqez kir ku Rûsya hewl dide ku kirîza Sûriyayê li gorî nêrîna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin çareser bike.

    Lavrov da zanîn ku ew dixwazin li ser 2 xetan bi hemû aliyên siyasî re bixebitin, ku di heman demê de şerê terorê bê kirin û kirîza Sûriyê jî bê çareserkirin.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê ji şanda dijbereya Sûriyayê re diyar kir ku armanca sereke ew e ku dawî li rijandina xwînê were û aramî û aştî li Sûriyayê belav bibe, herwiha teqez li ser yekîtiya axa Sûriyayê kir.

    Sergey Lavrov
    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Ji aliyekî din ve, Rojnameya Yediohoth Ahronoth a Îsraîlî eşkere kir ku Rûsyayê ji bo şerê li dijî DAIŞê û parastina baregeha xwe ya li navendeke leşkerî ya li nêzîkî bajêr, 2 pîlotên xwe şandine Şamê. Ev peywirdarî jî nîşana wê yekê ye ku Rûsya piştgiriya xwe ya ji bo rêjîma Esed û şerê DAIŞê didomîne.

    Rojnameya Yediohoth Ahronoth wiha got: 'Di nava çend hefteyên bê de, bi hezaran leşkerên rûs, şêwirmend û pispor û pîlot dê bigihên Sûriyayê.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Zafîr: gotebêjên pêşîn di `realên siyasî yên nuh de`
    Lavrov bimebeste serdana Îranê bike
    Lavrov wê li Viyenayê hevdîtinê bi Ştaynmayêr û Zarîf re bike
    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de