20:33 16 Tebax 2017
Zindî
    Firoka cengawerî MiG-35 li Pêşangeha Navnetewî ya Firokan-2015 li bajarê derdora Moskowê-Jûkovskê

    Rûsya destbi pêşbaziya li ser Îranê kir

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 100 0 0

    Pêşangeha Navnetewî ya Firokan-2015 ku li bajarê derdora Moskowê-Jûkovskî birêvediçe, bû meydana jibo bidawîkirna gotebêjên rûsî-îranî di ware lêkolîna gerdûn û firokan de.

    Çi prespektîv li pêşya Moskow û Tehran tên vekirin? Siyasetmeder û rojhilatnas Vladîmîr Sajîn diaxive:

    Rêkeftina derbarê atomê ku 14 Tîrmehê di navbera koma 5+1 û Îranê de hat girêdan, ne tenê pêvajoya çareserkirna problêma atoma Îranê da destpêkirin, lê derfetên jibo hevkariya navnetewî yên nuh jî ji welêt re vekir. Îran dibe `cihekî şêrîn` ji bazirganiya cîhanî re. Pêşbirka li ser Îranê mezin dibe. Helbet, Rûsya jî hewldide jibo di vê tekoşîna tund de biserkeve.

    Sajîna axaftina xwe berdewamkir û got ku yek ji meydanên jibo bidawîkirna gotebêjên berfireh yên  rûsî-îranî-Peşangeha Navnetewî ya Firokan —2015 bû, ku niha li bajarê derdora Moskowê-Jûkovskê birêvediçe.

    Şanda îranî bi serokatiya cîgirê serokê Îranê jibo kar û barên zanistî û nûjenxwaziyê birêz Sorn Sattarî di vê pêşangehê de beşdarbûye. Cîgirê wezîrê berevaniyê yê Îranê jî di nav vê şandê de ye.

    Pêngava giring jibo cîbecîkirna planên jibo pêşvebirna têkilyên bazirganî di ware teknolojiya bilind de, wê sazkirna komîta dûalî ya derbarê teknolojiyan be. Civîna pêşîn ya vê komîtê wê van rojan li Moskowê lidarkeve.

    Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Dmîtrî Rogozîn ku di hikumetê de berpirsê beşê pişekariya berevanî ye, ragihand ku `: `Em dûr nabînin ku îranî bikaribin bibin yek ji hevbeşên me jibo kirîna teknolojiya firokên sivîl`. Wek Rogozîn dibêje, hevkariya Rûsya û Îranê di ware ênêrjiya atomê de dibe ku li ser hesabê çêkirna firokan, keştiyan, pişekariya gerdûnî û bikaranîna xedmatên gerdûnî  bê berfirehkirin.

    Serokê komara Rûsyayê-Tataristanê Rûstam Minixanov li Jûkovskê ragihand ku `Îro pêvajo dimeşe, di encam de wê hemû qedexekirnên dijî Îranê bên rakirin.. Bo me pêwîste ku em karê di ware alavên teknolojiya bilind de, bi taybetî teknolojiya hewayî, balafir, helikopter, çalak bikin. Îran –welatê ku xwedî daxwaziyên wê bilind in…``.

    Ev daxwazî, wek Sajîn dûpatdike, dibe ku ji aliyê Rûsyayê ve bê erê kirin. Cîgirê serokwezîr Sorna Sattarî jî ev yek dûpatkir:

    Ez destnîşandikim ku Rûsya hertim helwesta pêşeng di ware gerdûn û çêkirna firokan de girtiye. Îran pir dixwaze ku di van arastan de hevkariyê bi Rûsyayê re bike. Em bihêvîne ku di çend rojên nêzîk de emê bikaribin binesziyek pêwîst jibo hevkariya berhemdar sazbikin`.

    Wek birêz Sattarî dibêje, bingehek wisa wê bê sazkirin: di çarçova serdana şanda îranê de tê plankirin ku 10 rêkeftin û kontrakt bên mohrkirin. Hemû hûrgilî wê piştî civîna komîta dûalî ya jibo teknolojiyê bên diyarkirin`.

    Lê êdî zanyarî heye ku du korporasyonên rûsî ``VNIIEM`` û ``BARL`` rêkeftina derbarê amadekirin, sazkirin û paşê bikaranîna sîstêma gerdûnî ya serwextbûna dûrahiya zemînê (D33) di berjewendiyên Îranê de bi kompaniya Îranê `Bonyan Daneş Şarq` re mohrkirne. 

    Di çarçova karê `Pêşangeha Navnetewî ya firokan-2015`de dibe ku rêkeftina jibo firotina firokên sivîl Sukhoi Suoerjet-100 bên mohrkirin. Derbarê vê yekê cîgirê serokê Îranê jibo pirsên pêşvebirna teknolojiya bilind Alî Vatanî ragihand.

    Leşkerên îranî ku tevlî şandê bûne û ne tenê li pêşangehê binerin. Ew wê hîn rêkeftina derbarê S-300 bi hevbeşên Rûsyayê re lihevbikin.

    Çareseriya `pirsgirêka S-300`wê derfetên nuh jibo hevkariya di navbera Rûsya û Îranê de di ware teknolojiya leşkerî de veke. 

    Ne dûre ku leşkerên îranî û rûsî pirsên girêdayî bi hevkariya di ware hilberîna firoka çengawerî de gotebêjbikin.Wezîrê berevaniya Îranê Dehkan berya çend rojan derbarê vê yekê ragihand.

    Bi vî awayî, wek sajîn gotina xwe bidawî dike, serdana şanda Îranê ji Moskowê re jibo hevkariya di ware teknolojiya leşkerî û gerdûnî pingavek pir giringe.

    Bi heman mijarî:

    Îran li pêşangeha navnetewî a firokan-2015
    Hela Îran-dijmine. Lê Amerîka hetanî li hevalan jî guhdarî dike
    Îran-Çîn-Hevkarî
    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Îran dixwaze Barzanî li ser kursiya xwe bimîne
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    Ruhanî: Îran nebaya, DAIŞ’ê Hewlêr û Bexda digirt
    Îran wê bibe partnerê Rûsyayê yê neftê
    Îran bi Rûsyayê re li bazara petrolê rikberiyê nake
    Husên Yezdan Pena : Rêkeftina di navbera Îran û P5+1 ne serkeftin e
    Îran - Daxwaza avakirina fraksiyona parlamenterên kurd tê kirin
    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Îran Qendîlê topbaran dike
    Etîketan:
    Rûsya, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de