03:12 25 Mijdar 2017
Zindî
    Firoka bê firokvan

    Rûsya wê li Pêşangeha navnetewî nûjentirîn firoka bê firokvan pêşkêşbike

    © Foto: Igor Generalov/Press Service of the Rostec Corporation
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Yek ji firokên herî nûjen ku wê li Pêşngeha Navnetewî ya Firokan bê pêşkêşkirin-wê firoka bê firokvan ya binavê `Çirok` be.

    Sekretêrê çapemenî yê korperasyona Rûsyayê  `Rostex` Leonid Xozin derbarê teybetmendiya teknîkî ya vê alavê di hevpeyvînek de wiha got: 

    ` Firoka pir armanc `Çirok` —ji aliyê kompaniya me û istîtûya lêkolînên zanistî ya Moskowê ve hatiye sazkirin.  Ev firoke li cîhanê bêhempa ye. Bikêmanî, em nizanin ku tu-firokên wisa li deverek din hene an na. Taybetmendiyek vê firokê heye ku ew ne li ser tekeran, lê li ser balîfên hewayî ye.

    Ango tekerên vê firokê tune û laşê wê li ser balîfa hewayî ye ku bêyî xaka firînê ya jirêzê, dihêle ew ji çi cihên hebin bifire.

    `Firoka bê firokvan wek êdî min got, pir encame, dibe ku ew him ji aliyê leşkeran û him ji aliyê sparişên sivîl ve bê bikaranîn. Wek nimûne jeolojikên derxistina petrol.
     bi vî awayî mirov dikare bêje ku  `Çirok` dibe ku bi awakî berfireh di warên pişekarî û zanistî de bê bikaranîn.

    `Sala borî li pêşangehek mezin li Ekaterinbûrgê, me cûrê ku pa`naya wê 1:5 pêşkêşkir. Cûre kar ne dikir, ango motorê wê digeriya û hew.

    Firoka bê firokvan `Çirok` wê li Pêşangeha Navnetewî ya firokan-2015 bê pêşandan. Dirêjaya baskên wê 10 mitrin û giraniya wê 650 kg.

    `Bêguman em ne libendene ku li pêşangehê firotinên konkret pêkbînin, jiber ku hîn destbi hiberîna vê firokê ne hatiye kirin.  Em nimûnên ku niha tenê tên ezmûnkirin pêşkêşdikin. Ez dibêjim ku ev pêvajo wê baş dirêjbike. Dibe ku sala bê em êdî destbi firotina wê jî bikin. Pêşangeha Navnetewî jibo me meydana jibo em asta hizrên xwe yên teknîkî û zanistî û potensiyelê endîsdarên xwe pêşanbidin`.
    Heta niha kompaniya Rûsyayê  30 daxwazname ji welatên biyanî wergirtiye jibo di vê pêşangehê de beşdarbbibin. Ev welat ji Rojava, Rojhilatê Ewropayê û Asyayê ne.

    Bi heman mijarî:

    Pêşangeha Navnetewî ya alavên ezmanî-2015: pêşbaziya firokan bi otomobîlan re
    Îran li pêşangeha navnetewî a firokan-2015
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de