17:47 23 Mijdar 2017
Zindî
    Firoka cengawerî Su-34

    Pêşangeha Navnetewî ya alavên ezmanî-2015: pêşbaziya firokan bi otomobîlan re

    © Sputnik/ Valeriy Melnikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Pêşangeha Navnetewî ya alavên ezmanî ku salekê erê salekê na 25 Tebaxê li bajarê derdora Moskowê –Jukovskê lidardikeve, di nav forûmên hewayî yên navnetewî de xwedî cihekî taybete.

    Bêhempaya vê pêşangehê ew e ku firokexana instîtûya lêkolînên hewayî ya binavê Gromov wek navend ji xwe re bikartîne. Ev firokexane mezintirîn, her wiha saxlemtirîn firokexana li cîhanê ye.

    Ew dikare pêşwaziyê li hemû firokeyan bike. Û ev yek derfetê dide ku xweşiktirîn pêşana firokan bê pêkanîn. Her wiha, firokexane hema bêj dikare hejmarek mezin ji firoke û moşekan bicîbike.

    Hêjayî gotinê ye, ku size bi carekê bandor li hejmara beşdarên biyanî div ê çalakiyê de nekirne. Tê pêşnêrîn ku 156 kompnaiyên biyanî yên ji 30 welatan beşdariyê div ê çalakiyê de bikin. Tev sizeyan jî, mezintirîn kompaniyên firokan mina Boieng, Airbus jî beşdariyên xwe di çalakiyê de dûpatkirin. Pêşangehên wan wê, wek berê, yek ji yên mezintirîn bin.

    Ji bilî wê, kompaniya Airbus dûpatkir ku ew wê alavên xwe yên nûjen- A350 XWB ku wê ji dêvla A330 û 340 bên bikaranîn wê li pêşangehê pêşkêşbike. Li Jukovskê wê nimûna yekemîn firoka bi numara MSN001ku  meha Hezîranê sala 2013-an destbi firînên ezmûnî kirye, bê pêşandan.

    Plane ku 119 firoke li pêşangehê bên pêşkêşkirin. Wek nimûne firoka rêwiyan Tu-144 û ya ezmûnî Tu-155 bên pêşandan. Her wiha firokên ji dema Şerê Cîhana MezinI-15BIS, I-153`Çaika` û Mig-3, her wiha firoka transporta leşkerî DS-3 jî wê div ê pêşangehê de bên beşdarkirin. Wan firînek dîrokî pêkanîn. Ev firîn ji wilayeta Amerîkayê Montana destpêkir û di riya Alaska û Sîbîryayê re derbasbû gihiştin heta  Jukovskê. Bi vî awayî wan riya teknolojiya hewayî ya amerîkî di salên şer de dûbare kirin. Li pêşangehê ew wê ji bo mûzeya hêzên leşkerî yên Rûsyayê bê bi rêûresmekî fermî bê diyarkirin.

    Tê çavlêrêkirin ku 81 firoke bên pêşandan. 5 kom: `Rûskî vityazi` 9şeş Sû-27), `Strijki` (6 Mig-29), `Bazên Rûsyayê` (4 Sû-30), `Berkuti` (6Mi-28) û yekemîn car `Baskê Tavrîdê` (6Yak-130) wê ji aliyê Hêzên hewayî yên Rûsyayê ve bên pêşandan.

    Li pêşangehê wê yekemîn car `mejiyên` elektronî û sîstêma rêvebirya çekdarî  Sû-35S û Mig-31BM bên pêşandan.  Yekemîn care ku du şahên  ji Rojhilata Navîn: şahê Erebistana Siûdiyê Selman û Şahê urdinê Abdullah  yekser ragihandin ku ew bimebestin di vê pêşangehê de beşdarbibin. 


    Bi heman mijarî:

    Waşington nema zane bê kî ji Rûsya xerabtire, DAÎŞ an korsan
    Rûsya û Erebistana Siûdiyê êdî bêtir hevdîtinan dikin
    Waşigton bawer ne dikir ku Pûtîn wisa bilez Rûsya vejîne
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    Pûtîn: Rûsya li rûberiya bi welatên din re nagere
    Rûsya hawîrda konservên masiyan ji çend kompaniyên Latviyê qedexekir
    Parlamenterê Fransî: Qirima Rûsya ji mere ne metirsîdare lê ambargo tirsnake
    Rûsya dikare dest ji pabendbûna normên hiquqa navneteweyî berde
    Rûsya-Pişekarî-Çavdêrî
    Dadgeha Mafê Mirov-Rûsya-Destûr
    Rûsya eşkere kir ku çima çekan nade Pêşmerge û şervanên kurd
    Puşkov: Rûsya wê tevlî hevpeymana dijî DAÎŞê nebe
    Wezîra amerîkî: jibo ewledariya netewî, Rûsya gefa herî mezine
    Rûsya biryara CE NY ya derbarê jenosida li Srebrenitsê red kir
    Ûşakov: Rûsya bihîstiye ku Atîna dixwaze tevlî BRICS bibe
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de