00:10 21 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrên karên derve yên Rûsya û Îranê Sergey lavrov û Mohemmed Cewad Zarîf

    Lavrov û Zafîr: gotebêjên pêşîn di `realên siyasî yên nuh de`

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Pêşkêşvan: 17 Tebaxê li Moskowê gotebêjên wezîrên karên derve yên Rûsya û Îranê Sergey lavrov û Mohemmed Cewad Zarîf lidarketin.

    Bilindbûna asta  baweriya civaka navnetewî bi Îranê û rakirna çavrêkirî ya sizayên darayî û aborî ji ser Tehranê, derfetên nuh jibo kûrkirna hevkariya Îranê bi welatên din re sazdike.
    Wezîrê karên derve yê Îranê Zarîv ne bê sedem li Moskowê ragihand ku `rêkeftina derbarê bernama atoma Îranê wê bandorek mezin li hevkariya di navbera Rûsya û Îranê de bike. Jiber vê yekê, serdana vê care ya Zarîf ji Moskowê re û gotebêjên bi wezîrê derve yê Rûsyayê Lavrov re gerek arastên sereke yên pêwendiyên di navbera herdû welatan de di rewşa nuh de eşkere bikin.  

    Li vir behsa gelek aliyên hevkariyê tê kirin. Wek nimûne, şêwazên jibo pêkanîna planên hevbeş, karê derbarê wergerandina pişekariya zengînkirna ûranê li Fordo jibo navenda zanistî ya lêkolînê, her wiha di pêvajoya veguhestina ji Îranê 8 ton ji zengînkirna ûranê û pêvajoya veguhestina 8 ton ûran ji Îranê bo Rûsyayê jidêvla şndina ûrana siroştî.

    Ji bilî wê, rewşa li Sûriyê û derdora wê, problêma tekoşîna bi DAÎŞê re û gelek pirsên din. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî civîna bi Zarîf re  ragihand ku: `Rûsya dixwaze hevkariya bi Îranê re zêde bike jibo pirsgirêkên li Rojhilata navîn û Bakurê Afrîqyayê`çareserbikin.

    Her wiha, yek ji mijarên sereke yên van gotebêjan pêşketina bi şûnde ya têkilyên di navbera herdû welatan de bû. Yekem-herdû aliyan lihevkirin ku bilez belgename derbarê sivikkirna rêjîma vîzayê mohrbikin. Duyem-wezîrê hayedariyek mezin dan têkilyên aborî û bazirganî di navbera herdû welatan de û lihevkirin ku civîna komisyona hevbeş ya  jibo hevkariya aborî û bazirganî payzî lidarxînin.

    Her wiha, herdû wezîran bal kişandin ser pirsgirêka C300 jî. Zarîf got ku rêkeftina derbarê bernama atoma Îranê wê bi awakî pozîtîv bandor li hevkariya di navbera Rûsya û Îranê de di ware berevanî de bike. Lê bêyî çareserkirna pirsgirêka C300 wê ev hevkarî pir zehmet be.

    Pêwîste bê destnîşankirin ku serdana niha ya wezîrê karên derve yê Îranê gelkî di wextê xwe de ye. Di demek nêzîk de êdî planên hevbeş yên berfireh, wek di biryara Civata ewledariya NYî de hatiye pêşnêrînkirin bê bikaranîn. Jiber vê yekê Moskow û Tehran xwe baş ji vê yekê re amade dikin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov bimebeste serdana Îranê bike
    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare
    Lavrov wê li Viyenayê hevdîtinê bi Ştaynmayêr û Zarîf re bike
    Lavrov û Mualêm wê rewşa li Sûriyê giftûgo bikin
    Lavrov: Rêkeftinên Mîniskê, jiber Kiyêv, di rewşek meitrsî de ne
    Lavrov: diyaloga di navbera Rûsya û Amerîkayê de berdewam e
    Lavrov: tawanbariya ku lîsta reş bi awakî qerequşî hatiye pêkanîn qeşmeriye
    Lavrov: Tekoşîna bi terorîzmê re gerek bi qezencên siyasî ve ne girêdayî be
    Lavrov: armancek me ya serke li Rojhilata Navîn heye
    Lavrov serdana Sirbistanê dike
    Lavrov: Rûsya di salekî de xwe gihand destketiyên mezin
    Lavrov: `Reformkirina Civata Ewlekarî ya NY pêwîstî ye`
    Lavrov ji Spûtnîkê re diaxive
    Etîketan:
    Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de