05:02 22 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrê karên derve yên Rûsya û Amerîkayê Sergey Lavrov û John Kerry  bi sekretêra çapemenî ya  wezareta karên derve ya Amerîkayê Jenefer Psakî û serperşta ajansa çapemenî ya wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya zaxarova.

    Jina dîplomasî-Mariya Zaxarova

    © Foto: State Department
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5110

    Mariya zaxorova Roja duşemê jibo serpereştiya ajansa çapemenî ya wezareta karên derve yê Rûsyayê hat destnîşankirin.

    Zaxarova yekemîn jin li Rûsyayê ye ku jibo vî postî tê destnîşankirin. Serpereşta nuh ya wezareta karên derve ya Rûsyayê doh tevdî bi boneyî vê destnîşankirnê pîrozbahî werdigirt. Li rûpela wê ya Facbookê bêtir ji 22 hezar name hatine nivîsandin. Mariya Zaxarova ji mêj ve pêretiya wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di çûn û hatinên wî yên derve de dike, her wiha beşdarî gengêşiyên tilvizyonî dibe û di ajansên çapemeniyê de dinivîse.

    Mariya Zaxarova ku bi `şêwazê xwe yê tûj` di gengêşyan de nasyare, sozdide ku dev ji malperên civakî bernede û wek berê bûyerên navnetewî di rêjîma on-line de şirovebike.

    Mariya zaxarova Zanîngeha Pêwendiyên Derve ya Moskowê temam kirye û dîplomasiyek profesyonele. Ew rêdaktora kovara `Weşana Dîplomasî` bû, di salên 2005-2008-an de serpereşta ajansa çapemenî ya nûnergeha Rûsya li NYî bû. Mariya Zaxarov pispora di ware Çînê de ye, doktora zanestiyên dîrokî ye.

    Zaxarova di hevpeyvîna xwe bi rojnama `Pravda` re ragihand ku `ev destnîşankirin jibo min ne ji nişka ve bû, wezaretê ev post pêşniyarî min kir û mi ew erê kir. Ez pir ji vî karî hez dikim ku min gelek ji wextê xwe têde derbaskirye.

    Zaxarova, di berseva ser pirsa gelo kî idolê te ye got ku `ez gelkî bextewerbûm, gelek rêberên min yên profesiyonel hebûn û wek dîplomasî pir bilind bûn, her wiha wek mirov jî baş bûn, ez rûmeta wan digrim. Koma ku ez di nav de kar dikim komek profesiyonele, jiber vê yekê idol bo min ne pêwîstin`.

    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de