15:02 21 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrên akarên derve yên Rûsya û erebistana siûdiyê Sergey lavrov û Adel al-Cubayr

    Rûsya û Erebistana Siûdiyê êdî bêtir hevdîtinan dikin

    © Sputnik/ Kirill Kallinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 66 0 0

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û Erebistana Siûdiyê-Sergey Lavrov û Adel al-Cubeyr de îro li Moskowê duyemîn car di heftiya dawîn de gotebêj kirin.

    Berya heftîkê Sergey Lavrov û Adel al-Cubeyr  li paytexta Qatarê Dohê gotebêjên sêalî bi beşdariya wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry hevdîtin pêkanîn û bi awakî sereke rêyên jibo çareseriya krîza li Sûriyê giftûgokirin. Lê hevdîtina li Dohê tenê nekokiyên di navbera aliyan de dûpatkir û ew nêzîk nekirin ku helwestek hevbeş derbarê rewşa li Sûriyê bigrin.

    Amerîka û Erebistana Siûdiyê li ser dûrxistina Esed ji desthilatê rijdin û piştgirtiya hêzên çekdar yên opozisyona Sûriyê dikin, her wiha, ew jî wek desthilata Şamê, DAÎŞ bo xwe dijmin dibînin. Sergey Lavrov di nav gotebêjên Dohê de pêşdesta Moskowê a nuh ya ku berya demekê ji aliyê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hatiye kirin pêşkêşkir. Wetaya pêşdesta Pûtîn ew e ku li herêmê hevpeymana navnetewî ya berfireh jibo tekoşîna bi DAÎŞê re bê avakirin.

    Tev rêaksyona li ser pêşniyariya Kremlinê ne erênî bû jî, wezareta karên derve ya Rûsyayê sozda ku `gengêşiyên derbarê rêyên jibo çareserriya krîza li Sûriyê ku li Dohayê destpêkirin, berdewambike.

    Rojhilatnasê rûsî, nivîskarê pirtûka `Erebistana Siûdiyê. Serdema XXl li welatê islamê` Konstantîn Dodarev di hevpeyvîna xwe bi rojnama `Kommersant` re şirovekir ku `Pêşniyariya Rûsyayê piştgirî ji aliyên hevdîtinê li Dohê wernegirt, jiber ku ew pêşnêrîndike ku hêzn Esed jî tevlî hevpeymana jibo tekoşîna bi DAÎŞê re bên kirin. Lê li gor nerîna Amerîkayê û hevalbendên wê yên herêmî, Esed rewaya xwe windakirye. Di heman demê de, li El-Riyadê  radighînin ku lêgerîna riyên jibo tekoşîna bihevre dijî DAÎŞê bi Rûsyayê re, tev nekokiyên di navbera Moskow û Waşington de jî, divê bên berdewamkirin.

    Wek eksper dibêje, serdana Adel al-Cubayr ji Moskowê re-berdewamiya arasta nuh ya siyaseta derve ya Erebistana siûdiyê ye ku şah Selman destpêkirye. Di çarçova vê arastê de, meha hezîranê ya îsal wezîrê berevaniya Erebistana Siûdiyê mîr mihemed ben Selman(kurê şah Selman) serdana Rûsyayê kir û li Peterbûrgê beşdarî di forûma aborî de kir, her wiha ji aliyê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve jî hat pêşwazîkirin. Encamê sereke yê wê hevdîtinê lihevkirna derbarê serdana şah Selman ji Rûsyayê re bû ku dawiya sale gerek lidarkeve. Gotebêjên îro yên herdû wezîran dibe ku wek qonaxa sereke ya amadebûna jibo civîna rûsî-siûdî be. 

    Ji bilî lêgerîna rêyên jibo tekoşîna bi têrorîzmê re, Adel al-Cubayr li Moskowê wê perspektîvên hevkariya di ware bazirganî û aborî de jî bi hevkarê xwe yê Rûsyayê re gotebêjbike. El-Riyad, jibo cediyeta mebesta xwe dûpatbike, berya demekê ragihand ku ew amadeye 10milyard dollar di projên vebêrdêrî de li Rûsyayê razîne. Wek li fona rûsî ya vebêrdêriyên yekser ragihandin, ku 7 projeyên wisa hatine dûpatkirin û pêwîstiya sê projeyên mane bi lihevkirnê hene.  Dudarev bi bîranî, ku heger ev proje bên cîbecîkirin w ê mezintirîn vebêrdêriya biyanî di aboriya Rûsyayê de be`.

    Jiber imzekirna rêkeftina rûsî-siûdî ya derbarê hevkariya di bikaranîna ênêrjiya atomê ya aştiyane de, eksper û ajansên Siûdiyê dibînin ku yek ji arastên bazirganî yên bêtir prespektiv ênêrijiya atomê ye. Di çarçova vê rêkeftinê de ku ajansên Siûdiyê wek `dîrokî` binavkirin, Rûsya wê alîkariyê bike ku 16 reaktorên atomê li Erebistana Siûdiyê bên avakirin daku ênêrjiya elektrîkê amade bikin. El-Riyad berya niha çend rêkeftinên wisa bi Amerîka, Fransa, Arjentîn, Japonya û welatên din re girêda bû. Tev wisa jî, rêkeftina li Pêtêrbûrgê Rûsya dike yek ji hevbeşên pêşeng yê Erebistana Siûdiyê di vî warî de.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov-Sûriye –Daxuyanî
    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare
    Lavrov wê li Viyenayê hevdîtinê bi Ştaynmayêr û Zarîf re bike
    Lavrov û Mualêm wê rewşa li Sûriyê giftûgo bikin
    Lavrov: Rêkeftinên Mîniskê, jiber Kiyêv, di rewşek meitrsî de ne
    Lavrov: diyaloga di navbera Rûsya û Amerîkayê de berdewam e
    Lavrov: tawanbariya ku lîsta reş bi awakî qerequşî hatiye pêkanîn qeşmeriye
    Lavrov: Tekoşîna bi terorîzmê re gerek bi qezencên siyasî ve ne girêdayî be
    Lavrov: têkilyên bi Amerîkayê re gerek di berjewendiyên Rûsyayê de bin
    Lavrov û wezîrê derve yê Awstirya wê gotebêjan bikin
    Lavrov: `Reformkirina Civata Ewlekarî ya NY pêwîstî ye`
    Lavrov wê roja çarşemê ji Spûtnîkê re biaxive
    Etîketan:
    Erebistana Siûdî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de