12:21 25 Mijdar 2017
Zindî
    Bomba atomê ya bi ser Hiroşîma û Nagazakî de hat avêtin

    Stalîn Hîroşîma-Hokkaydo

    © REUTERS/ US Army
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Bombebarana atomî ji Hîroşîma û Nagazakî re –ne çalakiya rizgarkirna Japoniyê ji dagirkirna Sovyetê bû, lê kuştina berberî ya sivîlan bû

    Kovara Foreign Policy gotara dîrokzanê rûsî Sergey Radçenko di bin nave: Gelo Hîroşîma Japoniya ji dagirkirna Sovyetê rizgarkir? Çapkir. Di vê gotarê de tam tê dûpatkirin ku di Tebaxa sala 1945-an de Stalîn red kir ku Xokkaydo dagirbike, bicarekê ne jiber ku ji bomba atomê ya Amerîkayê tirsya, lê jiber ew bihêvîbû têkilyên hevalbendî bi Amerîkayê re biparêze.

    Lê, wek derket, hizra derbarê ku Stalîn tirsonek derket, ne tenê li ba pisporên rojava, lê li ba yên japonî jî nasyare. Wek nimûne, profesorê zanîngeha  japonî Aoyama Gakûkin-Sigeki Xakamada bi vê hizrê re ye:

    Di dema konfêransê Potsdamê de Stalîn nûça derbarê ku Amerîka serkeftî çekekî pir bihêz ezmûnkirye wergirt. Paşê diyar bû ku ev çek bomba atomê ye. Baş diyare ku Stalîn wisa da xuyanî ku ev yek bi carekê wî endişdar nake. Piştî konfêransê Potsdamê Stalîn daxwaza nîvê Xokkaydo kir û pêşniyarkir ku beşek ji vê nîvgiravê di bin kontrola Sovyetê keve. Amerîka dijî vê yekê bû, lê Yekitiya Sovyetê ne xwest li vê yekê mikur bê.

    Lê, Stalîn dawî dev ji hizra dagirkirna Hokkaydo berda ne jiber ku kêfa wî ji Japonyayê re dihat, lê jiber pir ji Amerîkayê ditirsya. Li Rûsyayê dibêjin ku Japonya teslîm bû jiber Ruzfelt ji Rûsyayê xwest jibo ew tevlî şerê bi Japonyayê re bibe, lê li Amerîkayê tersî wê dibêjin ku tev Ruzfelt birastî jî ji Rûsya xwestibû jibo tevlî şer bibe, lê Japonya jiber bombebarana atomî ji Hîroşîma û Nagazakî re teslîm bû.

    Bi daxwaza radyoya Sputnik rojhilatnasê navdar, profêsorê Zaningeha Moskowê ya Têkilyên Navdewletî Dmitrî Strêltsov nerîna Rûsyayê li ser vê dîroka ne hêsan  şirovekir:

    `Wek ez dizanim, ev pirs di dema bombebarana atomî de hîn ne hatribû çareserkirin. Ew, kêm zêde, di nîvê meha Tebaxê sala 1945-an de hat çareserkirin. Li wir namên Stalîn û Truman ku ji hevre şandibûn hene. Lê tu-tiklyên bombebarana atomî bi van naman tune, jiber di wê demê de hîn ne diyar bû bê wê encamên bombebaranê çawa bin.

    Diyare ku di nama ji Truman re, Stalîn daxwazkir jibo hêzên Sovyetê bikaribin beşdariyê di dagirkirna nivgiravên Kûril û beşek ji Hokkaydoyê de bikin. Stalin got ku heger Yekitiya Sovyetê para xwe ji dagirkirna xaka Japonyayê wernegre raya giştî ya Rûsyayê wê bixeyde. Lê Truman di berseva nama Stalîn de  piştgirtiya beşdariya hêzên Sovyetê di dagirkirna nivgiravên Kurîl de kir, lê bi carekê dijî beşdariya van hêzan di dagirkirna Xokkaydo de bû.

    Bi vê yekê ev pirs hat girtin û tu-nekokî di nevbera hevalbendan de derbarê vê pirsê çênebû. Lê Stalîn dev ji dagirkirna Hokkaydo berda ne jiber ku ji Amerîkayê tirsya. Stalîn bi cedî hêvî ne dikir ku beşekî ji Hokkaydo dagir bike. Ev yek tenê listik bû. Jiber vê yekê, di nerîna min de gotebêjên herdû aliyan tenê jibo ku dagirkirna Kuril ji aliyê hêzên Sovyetê ve bê dûpatkirin.

    Bi heman mijarî:

    Yekitiya Sovyet-Hîroşîma-Nagazakî-belgename
    Etîketan:
    Japonya, Bakurê Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de