04:57 24 Mijdar 2017
Zindî
    Grûpa normandiyê

    Rêkeftinên Miniskê nayên pêkanîn

    © AFP 2017/ POOL / GRIGORY DUKOR
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Piştî ku heftiya borî gotebêjên grûpa kontaktê li Miniskê têkçûn, diyar bû ku hêvî di cîbecîkirna rêkeftinên aştiyane yên derbarê Ûkraynê ji 12 şibatê ve, tune. Îro şans pir kême ku di dema hatiye dayn de-heta dawiya salê- ev rêkeftin bên cîbecîkirin.

    Li gorî van rêkeftinan, komarên ne naskirî wê di bin idara qanûnî a Kiyêvê kevin û hêzên Ûkraynê wê sînorên Komara Gel a Donetskê û Komara Gel a Lûganskê  yên bi Rûsyayê re kontrolbikin.

    Hêjayî gotinê, ku herdû aliyên konfilîktê  di heman demê de derbarê derfeta ji nû ve destpêkirna şer axivin. Wek nimûne, serokwezîrê Ûkraynê Arseni Yatsênyok bi awakî pir reşbîn şansê jibo çareseriya konfilîktê nirxand. Yatsenyok li Kiyêvê di rêûresmê xelatkirna karmendên wezxareta karên hindur de got  ku `mixabin, şer bidawî nebûye û hîn gelek dûre ku dîsa aştî li Ûkraynê vegere, jiber Rûsya naxwaze rêkeftinên Miniskê cîbecîbike`. Ji aliyê xwe ve, rêberê Komara Gel a Donetskê (KGD) Aleksandr Zaxarçenko mikur hat ku `ew di rewşa ku hertim libenda destpêkirna şer in, dijin`. 

    Berêz Zaxarçenko û rêberê Komara Gel a Lûganskê (KGL) Îgor Plotnitskî ragihandin ku ew amadene daxwaz ji rêberên welatên `grûpa normandiyê`-(Rûsya, Fransa, Almanya) bikin jibo dextê li ser Ûkraynê bikin jiber ew, wek ew dibêjin, pêvajoya aştiyê têkdibe. Îgor Plotnitskî got ku `Ûkrayna biprensîp naxwaze tiştekî bike. Ew tenê demê dirêjdikin`.

    Komîta têkilyên navnetewî ya Parlamentoya Ûkraynê jî ji gefa qutkirna pêvajoya Miniskê endîşdar e. Heftiya borî wê namak ji parlamentoyên welatên din, rêxistinên navnetewî, ji nav wan Parlamenta Ewropayê, Rêxistina Hevkarî û Ewledariya li Ewropayê. NATO re şand. Wek di nama parlamenterên Ûkraynê de tê gotin, ` di dema dawîn de rewşa li Donbas û Lûganskê pir pîsbûye`. Sedema vê yekê li gorî nerîna parlamenteran `zêdebûna gulebarana ji aliyê KGD û KGL ye`. Her wiha, parlamenter dinivîsin ku `Rûsya, jidêvla fişarê li grûpên têrorîstî bike jibo çekan deynin, ew berdewamdike çekên nûjen ji wan re dişîne`.

    Di heman demê de, gelek li Kiyêvê bibawerin ku rewşa niha bi taybetî wê zirarê li Moskowê bike. Desthilata Rûsyayê baştir dibîne ku mijara Ûkraynê bi Waşington re gotebêjbike(wek nimûne bi awayê Grîgorî Karasîn-Viktorya Nûland), lê Amerîka tevlî `grûpa normandyayê neke). Bi her hal, heger heta dawiya sale pêvajoya Miniskê bi carekê têkbiçe, ne dûre ku aliyên têkildar li çareseriyên ne stendart bigerin daku nehêlin rewş hîn pîstir bibe.

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna kirîna gaza rûsî qut kir
    Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin
    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Rûsya, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de