07:26 26 Gulan 2018
Keştiyên hilkopter-hilgir `Mistral`

Perên Mistralê ji Rûsyayê re hatin şandin

© REUTERS / Stephane Mahe
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Li Moskowê û Paîsê doh hat ragihandin ku gengêşiya derbarê rêkeftina jibo şandina du keştiyên helicopter hilgir cure Mistral hat çareserkirin.

Bêtir ji 1,1 milyard euro ji Rûsyayê re hatiye vegerandin.

Herdû aliyan ji berya heftîkê ve destbi gotebêjên derbarê vê pirsê kirbûn. Di dema têkilya telîfonî ya di navbera serokên Rûsya û Fransayê-Vladîmîr Pûtîn Û

Fransua Holland de, herdû serokan biryar dank u rêkeftina di 17 hezîranê sala 2011-an hatibû girêdan bê rakirin. Di heman demê de, li Kremlinê destnîşankirin ku di nav gotebêjan de me lihevkir ku pere û alavên ku Rûsya jibo keştiyan ji fransayê re şandibû, vegerînin.

Bi vî awyî doh pirsa ku salekê dirêjkir, hat çareserkirin. Holland di meha Îlonê sala 2014-an de cara pêşîn ragihand ku` jiber karên Rûsyayê li rojhilatê Ûkraynê,

ne mimkine keştiyên `Mistral` jêre bên şandin`.

Hat ragihandin ku edamên Kongreyê Amerîkayê pêşniyarê sekretêrê giştî yê NATOyê Yenes Stoltenberg kirne jibo van keştiyan bikire. Her wiha, li gorî hinek ragihandinan,  dibe ku ev keştî jibo Çin û Hindistanê balkêş bin. 


Bi heman mijarî:

Holland: biryara derbarê şandina Mistral wê di demek nêzîk de bê stendin
Redkirna Rûsya ji `Mistral` re zêderoye
Parîs dixwaze keştiyên `Mistral` yên ne pêwîst bin av bike
Fransa dixwaze kontrata `Mistral` betal bike
Etîketan:
Fransa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de