23:55 20 Mijdar 2017
Zindî
    Hiroşima piştî bombebarana atomî 6 Tebaxê sala 1945

    Yekitiya Sovyet-Hîroşîma-Nagazakî-belgename

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 108 0 0

    Rûsya rapora balyozê yekitiya Sovyetê li Japonyayê ya derbarê rewşa Hîroşîma û Nagazakî piştî bombebaranê rexnekir.

    Komela dîrokî a rûsî belgenama ku ji aliyê arşîva siyaseta derve ya Rûsyayê hatiye pêşkêşkirin çapkir. Di vê arşîvê de rapora balyozê Yekitiya Sovyetê li Japonyayê ya derbarê rewşa Hîroşîma û Nagazakî piştî ku Amerîka bombên atomê bi ser wan de avêt heye. Grûpa karmendên balyozxana Yekitiya Sovyetê piştî mehekê ji bombebaranê jibo van bajaran hat şandin. Erka wan ew bû ku `bixwe pênasînê bi encamên bomba atomê bikin`. Endamên grûpê rapora derbarê rewşa li cihê êrîşa atomî bi awakî nivîskî amadekirin û wêneyên deverê kişandin.

    Destpêkê nûnerên Yekitiya Sovyetê serdana Hîroşîma kirin. Wan destnîşankir ku hema bêj hemû avahî li bajêr hilweşyabûn. Tenê avahiyên ji hesin ne hilweşyabûn. Di rapora grûpê de tê gotin ku `firebûna herêma bandora bomba atomê 5-8 km. Bû. Li dûrahiya 5-7 km. ji istgeha Hîroşîmayê me avahîk ne dît ku ne hatiye ziyankirin`.

    Her wiha, çavdêran destnîşankirin ku pelên daran ne wekhev şewitîbûn: li cîna pir şewitîbûn û li ciyên din jî kêmtir şewitîbûn, cînin hebûn tiştek bi wan ne hatibû. Nivîskarên raporê şirovedikin ku `ev yek dihêle bê texmînkirin ku ênêrjiya bombê ne li her ciyî belavbû, jiber wê jî hin cî ne hatin ziyankirin.`

    Bi vî awayî jî mirov dikare şirovebike ku beşek ji xelkê pir hatin şewitandin û beşekî din bicarekê ziyan ne kişandin. Lê ev yek li cihên dûr wisa bû. Di belgenamê de tê destnîşankirin ku di firehiya 1 km de hemû tiştên zindî jiber teqînê hatin tunekirin`.

    Xelkê herêmê ku vegeriyan ser ariyê û hewldan xaniyên xwe vejînin, gotin ku li qiraxên bajêr bi deh hezaran xelkên ku zindî mane  hene.

    Dîplomasiyên Sovyetê her wiha serdana nexweşxana ku ziyankêşên bombebaranê têde dihatin dermankirin jî kirin. Nûnerên Yekitiya Sovyetê birînên sereke yên jiber teqîna bomba atomê tesbîtkirin. Serete xelk jiber şewata cihên vekirî ji laşên xwe ziyandikşandin. Di heman demê de çavên tu-kesê jiber vê bobelatê ne hatibûn ziyankirin. Di raporê de tê destnîşankirin ku hemû kesên ku di dema teqînê de serên wan vekirîbû, porên xwe windakirin. Di raporê de tê şirovekirin ku `piştî saxlembûnê por li ser sere gurî bi komên dûrî hev şin dibe`.

    Nûjdarê japonî Fukuxara ji karmendên balyozxana sovyetê re got ku şewqên piştî teqînq bombê serete bandore li ser xwîna mirov dike û jimara topên xwînê yên spî kêmdike. Xwîn bi hêz digereû germayî bilind dibe heta 41 radayê. Her wiha wî got ku hemû kesên ku piştî teqînê hatin bajêr jibo alîkariya birîndaran bikin, di nav çend rojan de mirin. Lê kesên ku li cihê teqînê av jibo vexwarnê an şoştinê bikartanîn di cî de mirin.

    Piştî axaftina bi rûniştvanên herêmê re ku ne gelkî jiber bombê hatibûn ziyankirin, çavdêran gîhan encamekê ku baştirîn parastina ji bomba atoma –lastîk û hemû tiştên ku êlêktrîkê izole dikin`. 

    Hiroşîma piştî bomba atomê
    © REUTERS/ Shigeo Hayashi/Hiroshima Peace Memorial Museum
    Hiroşîma piştî bomba atomê
     

    Dîdarên bûyerê gotin ku şewq û dengê teqîna bombê ji 30-50 km dihat dîtin. Nûjdar Fukuxara ragihand ku sê bombên atomê bi ser Hîroşîmayê ve hatin avêtin.

    Di belgenamê de tê gotin ku ` wek nûjdar dûpatkir ku du bombên ku ne teqyan di dema niha de tên lêkolînkirin`.  di heman demê de tê ragihandin ku ne hemû dîdarên bûyerê vê yekê piştrastdikin.

    Li bajarê Nagazakî beşekî mezin ji hilweşandinê li beşê nûjen yê bajêr pêkhat, jiber ew ji beşê bajêr yê kevn hatibû veqetandin. Di dema serdana şanda Sovyetê de hilma laşên miryan pir dihat, jiber hîn mirî ne tevde ji bin avahiyên hilweşyabûn hatibûn derxistin.

    Em bibîrtînin ku 6 Tebaxê sala 1945-an firokên amerîkî B-29 bi awakî serbest di ser bajarê Hîroşîmê re firyan û bomba atomê ya 4 tonn bi ser baêr de avêt. Di encam de, ji 70 heta 100 hezar kesî yekser hatin kuştin.  Her wiha, bi hezaran nişteciyên bajêr di encamê nexweşiya jiber bomba navborî mirinBi giştî 140 hezar kes jiber vê bombebaranê mirin.  


    Etîketan:
    Japonya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de