02:05 24 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 133 0 0

    Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov li paytexta Qatarê-Doha, di konfêransekî rojnemegêrî de ragihand ku Rûsya piştgirtiya helwesta Waşington nake ku ji hewayê hêzên çekdar li Sûriyê biparêze.

    Lavrov got ku`Em dibînin ku zirare dema bi awakî vekirî tê ragihandin ku hêzên ne diyar yên ji aliyê amerîkan ve hatine amadekirin û bêyî tu-rêkeftinên bi hikumeta Sûriyê re, ji xaka welêt re hatine şandin, wê ji aliyê hêzên hewayî yên hevpeymana û Amerîkayê ve bên parastin.

    Sêrgêy Lavrov destnîşankir ku nerînên Moskow û Waşington di pirsa piştgirtina çekdarên Sûriyê de ji hev cuda ne.

    Lavrov ragihand ku `me ji hevkarên xwe yên amerîkî re got ku ya sereke ew e ku gelek çekdarên, xwedêgiravî, ji opozisyona Sûriyê a nerm yên  ku amerîkanan ew li xakên cîran hîn kirbûn, dawî tevlî grûpên radîkal bûn`.

    Lavrov bi taybetî destnîşankir ku rastiya hevdîtina wî bi serokê berê yê Koalîsyona Netewî ya Hêzên Opozisyon û Şoreşa Sûriyê Ahmed Mûaz el-Xatîb re nayê wê wetayê ku Moskow helwesta xwe ya derbarê çareseriya krîza Sûriyê de guhertiye.
    Wek Lavrov dibêje, ev hevdîtin rêya me ya bingehî ya derbarê ku divê em bi her aliyên konfilîkta Sûriyê re têkilyan bikin, şewqvedan dike`..

    Em bibîrtînin ku serokê Amerîkayê Barak Obama destûr da ku heger hêzên hikumeta Sûriyê êrîşî çekdarên opozisyona Sûryê ya nerm bikin, hêzên hewayî yên Amerîkayê wê wan biparêzin. Li gorî gelek fermanberên amerîkî, ev yek riska ku hêzên Amerîkayê yekser bi hêzên hikumeta Sûriyê re şer bikin bilind dike.

    Wek Waşington piştrastdike, erka sereka ya `opozisyona nerm` wê tekoşîna ne bi Asad re, lê  bi rêxistina têrorîstî `DAÎŞê re be.

    Li gorî rojnema The Wall Street Journal, bernama perwerda amerîkî tenê 60 çekdarên Sûriyê fêr kirne, di dema ku gelek ji wan dev ji kampê perwerdê berdane û tekoşîna bi hikumetê re berdewamdikin. Her wiha, gelek ji wan tevlî DAÎŞê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov wê li Viyenayê hevdîtinê bi Ştaynmayêr û Zarîf re bike
    Lavrov û Mualêm wê rewşa li Sûriyê giftûgo bikin
    Lavrov: Rêkeftinên Mîniskê, jiber Kiyêv, di rewşek meitrsî de ne
    Lavrov: diyaloga di navbera Rûsya û Amerîkayê de berdewam e
    Lavrov: tawanbariya ku lîsta reş bi awakî qerequşî hatiye pêkanîn qeşmeriye
    Lavrov: Tekoşîna bi terorîzmê re gerek bi qezencên siyasî ve ne girêdayî be
    Lavrov: têkilyên bi Amerîkayê re gerek di berjewendiyên Rûsyayê de bin
    Lavrov: armancek me ya serke li Rojhilata Navîn heye
    Lavrov serdana Sirbistanê dike
    Lavrov: Rûsya di salekî de xwe gihand destketiyên mezin
    Lavrov û wezîrê derve yê Awstirya wê gotebêjan bikin
    Lavrov: `Reformkirina Civata Ewlekarî ya NY pêwîstî ye`
    Lavrov wê roja çarşemê ji Spûtnîkê re biaxive
    Etîketan:
    Rojhilata Navin, Sûrîye, Bakurê Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de