20:18 17 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Rûsyay; Vladîmîr Pûtîn

    Waşigton bawer ne dikir ku Pûtîn wisa bilez Rûsya vejîne

    © Sputnik/ Mikayil Klimentev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 141 0 0

    Siyasetmederê amerîkî Pol Kreyg Roberts di hevpeyvîna xwe bi ajansa Spûtnîk re ragihand ku Amerîka bimebeste hewlbide jibo Rûsya di bin fişara xwe xîne.

    Kevrê bingehî di siyaseta derve ya stratîjiya leşkerî ya Amerîkayê de –doktrîna Volfovitza e. Li gorî vê doktrine-erkê sereke yê DYA ew e ku ne hêle dijberê ku gefa li welêt bixwe, peydabibe.

    Roberts destnîşandike Waşington welatên ku bihêz bin û siyasetek serbixwe birêvedibin, bo xwe `gef` dibîne. Îro du welatên wisa hene-Rûsya û Çîn e`.

    Wek siyasetmeder dibêje, piştî ku Rûsya li ser çareseriya dîplomasî ji  krîzên Sûriyê û Îranê re rijd bû, Amerîka têgihişt ku Rûsya hêz wergirtiye û dikare bitenê desthilata Waşington sînordarbike.

    Şirovekar got ku `dema konservatorên nuh yên Waşington bi şerên xwe yên dehsalane li Rojhilata Navîn girêdayî bûn, Vladîmîr Pûtîn Rûsya ji têkbirna Êltsin vejand û Çîn bileztir ji wek Waşington pêşnêrîndikir, pêşveket.

    Roberts got ku`Waşington ne bimebeste tedabîrên jibo kêmkirna qayîşkişandinê bistine. Di nerîna Waşingtonê de, qayîşkişandin her tim pêwîste`. Ji bilî wê, Roberts destnîşandike ku qayîşkişandina niha mesrefên mezin yên leşkerî yên Amerîkayê mafdar dike.

    Hikumeta Rûsyayê xwe dispêre dîplomasiyê, lê Amerîka dîplomasiyê wek nîşana qelsiyê dibîne. Waşington hewldide jibo Rûsya neçar bike da ku wek wê bike.

    Hinek ji şirovekaran hevalbendiya welatên BRICS û Rêxistina Hevkariya Şanghayê wek alternatîv ji instîtûyên Rojava re dibînin. Lê ev yek nayê wê wetayê ku Waşington wê wisa bêdeng rûnê û bişopîne  bê welatên mezin yên pêşvediçin çawa hevbendiyên ceopolîtîkî yên nuh sazdikin.

    Siyasetmeder texmîn dike ku `Waşington niha wê destbi pêkanîna planê jibo têkbirna hevalbendiya di navbera Rûsya û Çînê de bike. Wek siyasetmeder dibêje, pingava pêşîn di vê arastê de çalakbûna Fona Navnetewî a Diravan ye ku li Çînê miqateye û sozdide ku perê Çînê di selka fermî ya SDR xîne. 

    Bi heman mijarî:

    Vladîmîr Pûtîn wê serdana Qirimê bike
    Pûtîn li ser têkilîyên bi Rojava re û Şempîyonata Futbolê ya Cîhanê axivî
    Pûtîn: Rûsya li rûberiya bi welatên din re nagere
    Pûtîn: Rûsya bazara serwerîyê nake
    Pûtîn û Obama bi telefonê axivîn
    Pûtîn di `Hêla Rasterast` de li gel welatiyên Rûsyayê mijarên aktuel gotûbêj dike
    Pûtîn: DYA bêtir ji me çekan li Rojhilata Navîn difroşe
    Pûtîn di `Hêla Rasterast` de li gel welatiyên Rûsyayê mijarên aktuel gotûbêj kirin
    `Hêla Rasterast` a Pûtîn çawa tê nirxandin?
    Vladîmîr Pûtîn û Kristina de Kişner
    Erdogan acêze ku Pûtîn li Ermenistan di rêûrsmê bibîranînê de beşdarbû
    Pûtîn derbarê dê û bavê xwe û Şerê Cîhana Didwan
    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 2.
    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 3.
    15 sal ji desthilata serok Pûtîn
    Pûtîn wê gotebêjan bi rêberên Kûba û Moxolistanê re bike
    Pûtîn: nirxê rûbil derfetê dide ku hinarda çavkaniyên ne sereke bêtir bibe
    Pûtîn derbarê hetîketiya di FIFA de: Amerîka hewldide jibo Blatter dîsa neyê hilbijartin
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de