04:45 23 Mijdar 2017
Zindî
    Keştiyên hilkopter-hilgir `Mistral`

    Gelo çarenusa `Mîstralan`wê çibe

    © REUTERS/ Stephane Mahe
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Cîroka der u dora herdu gemiyên helîkopterhilgirt `Mîstral` yên ku ji alî sazkerên gemiyan yên Fransî ji bo Rûsya hatine avakirin hêdî ber bi dawî ve diçe.

    Gelo wê çawabe? Serokkomarê Fransayê Fransua Oland li ser vê majarê zêde naxweze biaxive. Hevtiya buhurî Oland  ji rojnamavanan re diyar kir ku gotubêjên bi Rûsya derengî ketine lê bêguman wê çareserî bê dîtin. Gelo kîjan çareserî? Nayê zanîn. Berê çuhîna vehesînê  Oland careke din vegeriya mijara bi êş. Wî  amaje kir û got: ``li ser gemiyên `Mîstral` vê gavê ti lihevkirin bi Rusiya re nehatine destxistin. Di navbera çend heftiyên pêş me de,  bi vê pirsêve grêdayî  ezê biryareke pêwîst bistînim`.  Gelo li piştî van teredutan çi veşartiye? Wekî din ji gotnên cigîrê serokkomarê Rusiya Federal li ser pirsên hevkariya leşkerî teknîkî  Vladîmîr Kojîn  tê  zanîn ku heger  peymana `Mîsrtalê`   bê  betalkirin wê Parîs gerek ji Moskowayê re tezmînatê bide û  êdî  dîrok û buhaya wê  hatiye destnîşan kirin. Hêjaye bê bibîrxistin ku herdû gemî `Vladîvostok` û `Sêvastopol` bi temamî amadene û cerbandinên okêanusê derbazbune û dikarin radestê Rûsya bêne kirin.

    Tê xuyakirin ku Fransua Oland (li gor vegotina kesên wî nêzva nasdikin, mirovekî bi teredute) nikare biriyereke hilsengandî  bide, yên  ku encamên pêwîst  ji bo pêşeroşê çawa li Fransa wusa jî dervayê wê  bide. Di roja ku serokkomar ragihandina dawî belavkir û li ser hizra wî di  derbarê  `Mîstralan` nehate ronîkirin, weşaneke înternetê Atlantico daxweziya vekirî ji bo serok komer li ser navê parlamenterê partiya `Komarîxwez` Tyêrrî Marîanî û  hemfikrê wî serokê partiya `Fransa rabe` Nîkola Dupon-Eniyan weşandbu.

    Di daxweznamê de  siyasetmedarên navdar şîyarî didin HOlland ku heger kontrakta hinartina gemiyan ji bo Rûsya bê betal kirin, wê demê serokkomar gerek bersivê bide welatiyan,  ji ber ku piraniya wan ango 64 selef  li gor lêpirsîna înstîtuya IFOP pêkanîna rêkeftinê erêdikin.  Di belgê de wusa tê nivîsandin: `Pêwîste hun şîrove bikin, çima gerek Fransa zêdetirî miliyar ewro wendabike ji ber ku ambargoyên Ewropayê li hember Rûsya li wê peymanê nakeve`. Marîanî û Dupon-Eniyan israr dikin ku Fransu Oland gerek vebêje gelo çima  betalkirina peymanê bi rewşa Ûkrayanyê ve grêdahiye, ji ber ku hinartina `Mîstralan` bi peymanê re ne grêdahiye. Di namê de hate diyar kirin ku `Gemî ti hevsengiya hêzê binpê nakin. Lê hinartina wan bandorê li ser pozîsiyona dîplomasiya Rûsya nake. Û wekî din her kes pê dizane ku hukumeta Kiyevê pêkanîna peymana Mînskê biloke dike`.  Di dawê de siyasetmedaran  gotnên  generalê Fransî Şarl de Gol tînin bîra Firansua Oland: ` Yekîtî ji bo Rûsya û Fransayê nîşana hêzê ye, lê ji hevdû cudabun – xeterî ye.Gelo serokê Fransayê van dengan bibîze? `

    Bi heman mijarî:

    Holland: biryara derbarê şandina Mistral wê di demek nêzîk de bê stendin
    Redkirna Rûsya ji `Mistral` re zêderoye
    Parîs dixwaze keştiyên `Mistral` yên ne pêwîst bin av bike
    Fransa dixwaze kontrata `Mistral` betal bike
    Etîketan:
    Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de