17:59 23 Mijdar 2017
Zindî
    Qirim, bajarê Balaklav

    Qirim buye nakokiya sereke ya di navbera Moskowa û Enqerê

    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Li Enqerê kongre Giştî ya teterên Qirimê bidawî bû, beşdarvanên wê bi awayekî tund rexne li Rûsya kirin ku `azadiya fundamental` ya gelê teterên Qirimê binpê dike.

    Ragihandinên han dîaspora teteran kirin du beş.  Li gor encamên  civîna du rojan ya nunerên dîasporaya teterên Qirimê ya  ji 12 welatan tevlê bun, daxwezî ji NY û raya giştî re hate amadekirin. Di belgê de bang tê kirin ku jênosîda li hember gelê teterên Qirimê ya ji alî Rûsya di serdema tunekirina xanşîna Qirimê pêkatibû  bê qebul kirin. Nivîskarên belgê `aneksiya Qirimê` ya Adara sala 2014 şermezar kirin û Moskowa di binpêkirina `azadiya fundamental ya teterên Qirimê` tewanbar kirin.  Cigîrê serokkomarê Ûkrayanyê li ser mafên  gelê teterên Qirimê Mustafa Cemelev û serokê Meclîsa gelê teterên Qirimê Refat Çubarov organîzatorên kongrê ne – Çubarov wek serokê  kongre yê hate hilbijartin. Brêz Cemelev dîssedentê navdare û wek parastvanê mafên gelê teterên Qirimê tê naskirin, ew ji navnîşana rumet xwe kişand. Berê demekê  ji ber  `hereketên ` wan yên cudakariya netewî  û dînî,  ketina  li axa Qirimê  ji wan re hate qedexe kirin.  Nunerên teterêm Qirimê yên ku siyaseta  dewleta Rûsya destek dikin, organîzatorên kongra Enqerê rexnekirin. Cigîrê serok wezîrê Qirimê Ruslan Balbek tekez kir ku çalakî bêy beşdariya berfireh ya teterên li Komara Qirimê dijîn hatiye lidarxistin.  Yekem cigîrê serok wezîrê Qirimê yê berê  Rustam Temîrgaliyêv ji alî xwe ve  Mustafa  Cemîlev `di tujkirina konflîkta di navbera gelan li axa Rusya` tewanbar kir. Temîrgaliyêv her wiha ragihandina serokkomarê Ûkrayanyê Piyotir Poroşênko ji bo beşdarvanên kongrê şîrovekir. Poroşenko di  ragihandina xwe de soz dide ku Kiyev amadeye `statuya otonomiya netewî di nav axa dewleta Ûkrayanyê` bide komara Qirimê.  Têmîrgaliyêv tekez kir û got: `Em tuşî nêzîkbuneke sestîmatîk ya bikaranîna teterên Qirimê wek faktora sereke di destabîlîzasiyaona rewşa giravê bune`. Roja şemiyê li Moskowa nunerên dîaspora teterên Qirimê çalakiyek li ber konsulxana Tirkiyeyê li Rûsya lidarxistin. Çalakvanan  ji serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyîb Erdogan daxwez kirin ku `hereketên Mustafa Cemelev û Rifat Çubarov li axa Tirkiyeyê asteg bikin`. Organîzatorê çalakiyê Tîmur Bulgakov diyar kir ku `Li Enqerê kesên ku bê qanunî li ser navê  gelê teterên Qirimê diaxivin kombune`.  Tê pêşbînkirin ku  Recep Teyîp Erdogan balê nekşîne ser daxweziyên çalakvanan. Ji ber ku wî di nama xwe ya ji bo beşdarvanên kongreyê  ragihandibû  ku `Enqere tevlêbuna Qirimê bi Rûsyayê re qebul nake`.   

    Bi heman mijarî:

    Qirim dikare bibe bajareke nukleerî
    Qirim - Vegera Ber Bi Malê
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de