11:22 21 Mijdar 2017
Zindî
    Qirim, bajarê Balaklav

    Vladîmîr Pûtîn wê serdana Qirimê bike

    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê di ekspedîsyona Civata Erdnîgarîyê ya Rûsyayê ya li Qirimê tê lidarxistin de beşdarîyê bike.

    Ekspedîsyona Civata Erdnîgarîyê ya Rûsyayê bi awayeke bi haydar tê amadekirin û hûrgilîyên serdana serokê Rûsyayê nayêne eşkerekirin. Li gor ragihandina `Izves-Time`ê, Civata Erdnîgarîyê ya Rûsyayê ew 160 salin ku bi lêkolînên li ser Qirimê ve mijûl dibin.

    Rêvebirê beşa Civata Erdnîgarîyê ya Rûsyayê ya Qirimê Borîs Baxrûşev di hevpeyvîna bi rojnameya rûsî `Îzvestîya`ê re got, ku niha bi sazkirina nexşeyeke sîyasî, civakî û resûrsî ve mijûl in:

    ``Bi biryara civata zanyaran a rêxistinê, anegorê talîmata serokê dewletê, `Ekspedîsyona Qirimê` hatîye sazkirin ku anegorê wê, di maweya 5 salan de tevlibûna Qirimê di warê aborî, sîyasî û civakî de wê bêne bi lezkirin. Ekspedîsyon wê di aresteya aborî û civakî de xebatan bike. Wê xebatên statîstîkî yên wek ekspedîsyona Arktîkayê bêne derbazkirin. Di nav wan xebatan de `Herika Tirk` jî cih digire``. 

    Di civîna civata Civata Erdnîgarîyê ya Rûsyayê de, Vladîmîr Pûtîn destnîşankir, ku projeyên Civata Erdnîgarîyê ya Rûsyayê bi giştî têkilîyên bi welat re girêdayî ne. Pûtîn got, ku ``Projeyên Civata Erdnîgarîyê ya Rûsyayê hem di warê erdnîgarî û hem jî di warê tematîkê de gelek cihereng in. Elbet ew xebatên hêja yên pêşvebirina zanist û pêşvebirina karûbarên civakê ne. Ew xebat ji bo wê yekê hatine arastekirin ku têgîna welatparêzîya di nav ciwanan de bête xurtkirin``.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © Sputnik/ Mikayil Klimentev

    Vladîmîr Pûtîn dikare eksperê di warê ekspedîsyonan de bête bi navkirin. Di sala 2013`yan de di dema serdana kendava Fînê ya bi navê Gog-Landê de bernameya lêkolînên binavî ya Civata Erdnîgarîyê ya Rûsyayê lêkolîn kir. Wê demê Pûtîn berê xwe da cihê keştîya bi navê `Oleg` ya di sala 1869`an de noqîyayî. Pûtîn bi aparata binavî ya bi navê C-Explorer 5`ê dakete binê avê û li wê derê nîv seet derbaz kir.

    Vladîmîr Pûtîn di meha Îlona sala 2012`yan de di ekspedîsyona rizgarkirina qulingên Sîbîryayê de beşdarî kir. Di sala 2011`yan de noqî binê ava kendava Tamanskîyê bû. Di sala 2010`an de di ekspedîsyona bernameya parastina pars (leoparê berfê) de beşdarî kir û piştî wê, ji bo parastina wan ajalan bernameyeke taybet hate amadekirin.

    Li gor nêrîna eksperan Qirim ji bo ekspedîsyonê ne bi tesadufî hate hilbijartin. Piştî ku nîvgirava Qirimê tev li Rûsyayê bû, herêm bû pêşanîya tewaya welêt.

    Bi heman mijarî:

    Qirim dikare bibe bajareke nukleerî
    Pûtîn: `Desteserkrina malhebûnîya Rûsyayê ne qanûnî ye`
    Krîz bandor li reytînga Pûtîn nake
    Serok Pûtîn: 15 sal ser desthilatê
    Etîketan:
    Serdan, Pûtîn, Qirim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de