01:19 26 Îlon 2017
Zindî
    Qirim, bajarê Balaklav

    Parlamenterên îtalî jî plandikin ku serdana Qirimê bikin

    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 118 0 0

    Parlamenterên îtalî biryar stendin ku serdana Qirimê bikin.

    Wek yek ji rêxistinkarên vê serdanê, parlamenterê ji tevgera `Pênc Stêrk` ji rojnama `Kommersant` re got ku van rojan ew wê têkilyan bi nûnerên balyozxana Rûsyayê li Romayê bike daku destbi rêxistina serdanê bikin.

    Wek parlamenter dibêje, hejmara şanda parlamenteran wê ji 8 heta 10 mirovan be. Endamê komîta parlamentoyê ya jibo kar û barên derve Alessandro di Battista wê serokatiya vê şandê bike.

    Plane ku ev serdan destpêka meha Cotmehê lidarkeve. 

    Parlamenterê ji partiya îtalî `Hevalbendiya Bakur` Serjo Divina ragihand ku ew amadeye tevlî şandê bibe.

    Wek Stefano ji `Kommersant` re ragihand ku cîgirê serokê komîta Parlamentoya Rûsyayê-Koşka Jor jibo kar û barên navnetewî Andrêy Klimov pêşniyarî wan kirbû jibo serdana Moskow û Qirimê bikin.

    Wek tê ragihandin, şand wê di Rûsyayê re serdana Qirimê bikin. Armanca vê serdanê ew e ku `yekser bizanibin bê xelkê Qirimê piştî rêfêrandûma sala 2014-an  çawa dijin`.

    Ji bilî wê, cîgirê komîta parlamentoya Meceristanê jibo kar û barên derve Marton Dendeşi û yek ji rêberên partiya `Yobbik` jî ragihandin ku ew amadene serdana Qirimê bikin.  Wek Dendeşî dibêje, dema serdanê gerek di demek nêzîk de bê dupatkirin.

    Endama Parlamentoya Ewropayê Nadîn Morano jî ji rojnama `Kommersant` re ragihandibû ku ew amadeye serdana Qirimê bike.  Morano di meha Hezîranê de koma binavê `jibo diyaloga nuh bi Rûsyayê re` di Parlamentoyê Ewropayê de dabûhev.

    Bi heman mijarî:

    Qirim dikare bibe bajareke nukleerî
    Qirim - Vegera Ber Bi Malê
    Etîketan:
    Îtalya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de