03:50 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Rûsyay; Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn li ser têkilîyên bi Rojava re û Şempîyonata Futbolê ya Cîhanê axivî

    © Sputnik/ Mikayil Klimentev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 162 0 0

    Pûtîn her weha kampanîya li dijî FIFA`yê hatî destpêkirin jî rexne kir û pêşnîyar kir, ku Xelata Nobelê bidine serokê wê Yozef Blatter

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di hevpeyvîna bi çapemenîya Swîsreyê re got, ku Rûsya li konflîktan nagere, lê wê berjewendîyên xwe xwedî derkeve û hêza hevsengê ya li cîhanê biparêze. Vladîmîr Pûtîn şîret li lîderên welatên ewrûpî kir, ku sîyeseteke serbixwe bimeşînin û DYA jî ji ber prensîba ``kesê ne bi me re, li dijî me ye`` rexne kir. Pûtîn her weha kampanîya li dijî FIFA`yê hatî destpêkirin jî rexne kir û pêşnîyar kir, ku Xelata Nobelê bidine serokê wê Yozef Blatter.

    Pûtîn destnîşan kir ku Rûsya li konflîktên bi welatên din re nagere û got ``Em neçar in berjewendîyên xwe biparêzin û bêguman emê wê yekê berdewam bikin. Lê ne bi rîya konflîktên leşkerî, lê bi rîyên lêgerîna komprîmîs û çareserîyên ji hemû alîyên têkildar re destdayî``.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © Sputnik/ Mikayil Klimentev

    Li gor nêrîna Pûtîn, ew kes behsê tehdîda nukleerî ya ji alîyê Rûsyayê ve dikin, ên bêwicdan û nebaldar: ``Pêvajoya destpêkirina pêşbazîya nû ya biçekbûnê wê hingê destpê kir, dema DYA bi awayeke yekalî ji Peymana Bergirîya Mertala Moşekan vekişîya. Ew peyman garantîya sîstema ewlekarîya navneteweyî bû. Dema DYA ji wê peymanê vekişîya û dest bi sazkirina sîstema mertala moşekan kir û ew proje derbazî sîstema global a çekên stratejîk kir, me got: emê neçar bimînin pêngavên bersîvdayînê bavêjin ku balansa hêza stratejîk biparêzin``. 

    Li ser pirsa pêkanîya şereke li Ewrûpayê, Pûtîn got: ``Hêvî dikim ku nebe. Lê, dîsa jî min dixest ku Ewrûpa sîyaset û serwerîyeke serbixwe bimeşîne û di rewşeke wisa de be, ku berjewendîyên xwe yên neteweyî biparêze. Endambûna di hemû rêxistinên leşkerî-sîyasî yên wek NATO`yê de, endaman neçar dike ku serwerîya xwe red bikin û bi rêxistinê ve girêdayî bimînin. Qebûl bikin ku ew yek sosret e, dema em problemên navxweyî yên Ewrûpayê li Waşîngtonê gotûbêj bikin``.

    Serokê Rûsyayê her weha bi bîr anî, ku dema welatê wî li Kavkazê rast bi terorîzma navneteweyî hat, lîderên ewrûpî piştgirî nedan. Lê, niha wan û amerîkîyan xeterîya terorîzma radîkal dîtin û dest bi tekoşîna li dijî wê kirine. Pûtîn got ``li bal me rûsan di nav gel de gotineke wisa heye: `derengî ji nebûnê çêtir e`. Em hêvî dikin ku hem di pirsa tekoşîna li dijî terorîzmê, hem di pirsa verastkirina rewşa aborî û hem jî di pirsa çareserkirina krîza Ûkraynayê de bi hevkarên xwe re dest bi dîyalogê bikin û çareserîyên ji hemû alîyan re destdayî peyda bikin.

    Li ser pirsa, sîyaseta DYA`yê ya li hember FIFA`yê dikare wek vegera sîyaseta emperîyalîyê bête nirxandin, Pûtîn got ku ``DYA ji zû de dixwaze bibe hakimê yekane yê cîhanê, lê niha hewl dide ku wê pozîsyona xwe xurttir bike. Analîstên sîyasî yên amerîkî jî wê yekê dibînin û hişyarîyê didin, ku ew sîyaset wê zîyanên mezin bigihîne welatê wan``.

    Pûtîn bi bîr anî ku DYA`yê ji bo mazûvanîya Şempîyonata Fûtbolê ya Cîhanê ya sala 2022`yan û Brîtanyayê jî ji bo ya sala 2018`yan hewl dabûn û got: ``Tekoşîna niha ya li dijî gendelîyê wê yekê tîne bîra min, gelo nebe ku ew hewldan berdewamîya tekoşîna ji bo salên 2018-2022`yan bin. Ji ber ku tu kes dijî tekoşîna li hember gendelîyê nîne û ez dihesibînim ku ew tekoşîn gereke hêj xurttir bête kirin. Lê, normên pendî yên hiquqa navneteweyî hene û anegorê wan norman kesê bersûc, piştî komkirina delîlên li dijî wî, ber bi dozgerîya wî welatî ve tê arestekirin, a bersûc welatîyê wê. Lê ew bi wê yekê ve girêdayî nîne, ku dewletek li tewaya cîhanê digere û tu kesê dixwaze digire û ber bi zîndanên xwe ve kaş dike. Li gor nêrîna min, ew yek nikare bête qebûlkirin.

    Armancên Rûsya û FIFA`yê yên li Rûsyayê lidarxistina şempîyonata sala 2018`yan lihevhatî ne. Ji ber ku armanc ew e, ku erdnîgarîya wê organîzasyonê bête berfirehkirin. Rûsya hem welatê herî mezin ê cîhanê ye û hem jî di warê gelheyê de welatê herî mezin ê Ewrûpayê ye.

    Li gor gotinên Pûtîn, ew bi Blatter re heta raberkirina daxwaznameya şempîyonata 2018`yan rast bi hev nehatine. Piştî nasbûnê di navbera wan de dostanîyeke baş destpê kirîye. Pûtîn bawer nake ku serokê FIFA`yê bi karê gendelîyê ve girêdayî be. Pûtîn destnîşan kir ku rêvebirên federasyonên navneteweyî, komîteyên olîmpîyadan hêjayê spasîyên mezin in û got: ``Gereke Xelata Nobelê ji mirovên wisa re bête dan``.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Obama bi telefonê axivîn
    Pûtîn: `Desteserkrina malhebûnîya Rûsyayê ne qanûnî ye`
    Pûtîn: DAIŞ’ê evqas çek ji ku derê peyda kir?
    Pûtîn vexwendina Erebistana Seûdiyê qebûlkir
    Pûtîn bi helkeftina Roja Rûsyayê wê xelatên dewletê pêşkêşbike
    Pûtîn gihişt Îtalyayê
    Gerhard Shreder: Ne vexwendina Pûtîn jibo samîta G7-şaştiye
    Krîz bandor li reytînga Pûtîn nake
    Nûnerê FIFA: dibe ku Rûsya û Qatar ji mafê birêvebirna qehremaniya cîhanê a futbolê bê parbibin
    Endamê berê yê FIFA li bertîlan mikur hat
    Gazprom`ê wê peymana bi FIFA`yê re betal nake
    Hilbijartinên serokê FIFA: Blatter jibo 5-mîn car, an şans yê mîrê Urdinê ye
    Etîketan:
    FIFA, Hevpeyvîn, Pûtîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de