03:42 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Fransayê Fransua Holland

    Holland: biryara derbarê şandina Mistral wê di demek nêzîk de bê stendin

    © AP Photo/ Alian Jocard
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Ajansa Bloomberg ragihand ku Serokê Fransayê Fransua Holland got ku di çend heftiyên nêzîk de wê biryara dawî ya derbarê şandina Mistral ji Rûsyayê re bistîne.

    Her wiha, Holland destnîşankir ku biryar dibe ku erênî be û dibe ne erênî be jî.

    Em bibîrtînin ku di sala 2011-an de Rûsyay kontraktê jibo şandina keştiyên ku helîkopteran hildigrin cûrê Mistral bi Fransayê re imzekir. Floya Rûsyayê gerek keştiya pêşîn payêzî sala 2014-an wergirtiba, lê jiber rewşa li Ûkraynê, dana van keştiyan hat rawestandin. Keştiya duyem gerek sala 2015 bê wergirtin, lê dana wê jî hatiye rawestandin.

    Hat ragihandin ku heger Mistral ji Rûsyayê re neyên şandin, aliyê Fransayê amadeye berdêlê bide.

    Bi heman mijarî:

    Parîs dixwaze keştiyên `Mistral` yên ne pêwîst bin av bike
    Redkirna Rûsya ji `Mistral` re zêderoye
    Fransa dixwaze kontrata `Mistral` betal bike
    Etîketan:
    Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de