03:18 25 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamenterên Fransayê di dema rêûresmê danîna baqên gulan li ber paykerê berevaniya qehreman li Sevastopolê

    Parlamenterên Fransayê serdana Qirimê kirin

    © Sputnik/ Maks Vetrov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7210

    Vê heftiyê şanda parlamenterên Fransî serdana Qirimê kirin.

    Piştî ku parlamenterên Qirimê serdana Fransayê kirin, parlamenterên fransî jî ji aliyê xwe ve, biryar dan serdana Qirimê bikin. Wan tekez kir ku ji bo çuhîna Fransa yê, ew amadene lê ji wan re garantiya ewlekariyê pêwîste. Payîzê şandeke din ya parlamenterên Parlamentoya Ewropayê dibe ku serdana Qirimê bike. Spîkerê parlamentoya Qirimê Vladîmîr Konstantînov pingava parlamenterên fransî wek `wêrek` nirxand. Piştre wî bi kurtî derbarê dîroka nîvgiravê de axivî: radestkirina Qirimê ji Ûkraynayê re di sala 1954 wî wek `anneksiya bi aşîtî` binav kir. Spîker diyarkir `ku desthilatdariya Ûkraynayê  her dem karbestiya hukumeta herêmê ji dest  digirt, lê wan di xwe de hêz dîtin ku referandumê lidarbixin û Qirim tevlê Rûsya bikin`.

     Serdana Qirimê destpêşxeriya me a şexsiye, lê ne pozîsiyona fermî ya hukumetê ye.  Roja 23 Temmuzê delegasiyona parlamentoya Fransî ya ku ji 10 parmenterên Fransî pêktê,  serdana Qirimê kirin. Parlamenterê Civaka netewî, endamê komîsiyona parlamentoyê li ser karên derva Tiyerrî Mariyanî li ser hedefa serdana xwe vegot. Mariyanî tekz kir û got: `Ewil tiştên ku bala me li Qirimê kişand, hewaya germ û li kolanên giravê leşkerek nehatibun dîtin. Berê du mehan min serdana Donetskê kiribu. Min rewşa wir dît û bi penaberan re axivî. Eferim ji we re, we nehîşt ku li vir wusa be`. Tiyerî Mariyanî li ser ambargoyên YE yên li hember Rûsya sepandîne wiha got: `Dema ku DYA blokeyên der dora Kubayê betal dike, çi dibin sedem ku Ewrupa li hember Rûsya sizayan dêhle`. Li gor gotnên parlementer bi hatina wan ya li Qirimê ambargoya Ewrupayê wan ser xwe  hîskirin – kartayên  telefonê yên opêratorên ewrupî li giravê naxebitin.  Sênatorê Parîsê Îv Potsso dî Borgo pêşniyar kir,  ku rewşa giravê ne tenê endamên delegasiyaona parlamenter bizanibin `wusa jî  gerek rayederên fermî jî rewşê binasin.   Li gor pêşniyarê şandeke parlementerên Qirimê jî serdana Fransayê bikin. Serokê komîsiyona civata Qirimê Petr Zaporojêts razîbu serdana Fransa yê bike, lê bi şert ku garantiya ewlekariya wî bê dahîn `ji ber ku li hember wan li Ûkrayanyê doz  hatine vekirin, ewana di destekkirina tundrewan têne tewanbar kirin`.  Dema hevdîtina serokê Qirimê Sergey Aksiyonov bi delegasiyona Fransî re li ser pêşketina pêwendiyên ekonomîk bi bazirganên fransî hatibû nîqaş kirin. Delegasiyonê her wuha bi nunerê fermî yê  serokomarê Rûsya li Qirimê Olêg Bêlaventsêv re hevdîtin pêkanîn, di hevdîtinê de  li ser nedahîna vîza Şengenê ji welatiyên Qirimê re, hatibû giftogokirin. Nunerê serok dewletê Rûsya ji Marîanî re got: `Min bêhîst ku ji ber serdana we ya li Qirimê, li Ûkrayanyê hun bune  persona non grata.  Em we vedixwînin giravê ji bo standina  statuya welatiyên Qirimê`. Mariyanî razîbuna xwe da û got hun dikarin min wek welatiyê giravê hesav bikin.

    Yekemin salvegera bi Rûsyayê re yekbûna Qirimê
    © Sputnik/ Mihail Klimentyev

    Endamên şandê piştî çune Yaltayê û li ber peravên deriya yê geriyan û serdana qesra Lîvadiyskiy kirin. Roja înê wan serdana Sevastopolê jî  kirin… Serokê komîta Dumayê li ser pirsên Hewelbendiya Dewletên Serbixwe Lêonîd Slutskiy ragihand ku `piştî  `buhara Qirimê` ev gava ewile û Xwedê bike ne ya dawiyê be ku  serdaneke wusa gewre ya parlamenterên Ewrupayê li  Qirim û Sevastoplê pêkat`. Li gor gotnên wî, hemkarên wî yên Ewrupayê `dixwezin li ser rewşa Qirimê binasin. Her çiqas lîderên dewletên Ewrupayê dijberên vê yekêne, tê diyarkirin vê gavê li Ewrupayê pêla berevajî ya rastiyê a  ku dijberiya îsteriya antîrûsyayê  destpêkiriye`.  Spîkerê Duma Rûsyayê Sergey Narişkîn jî bi şanda parlamenterên Fransayê re hevdîtin pêkanîbu.

    Li gor hizra wî, serdana han `îsbat dike ku beşa elîta siyasî ya Fransî bi nêzîkbuneke  berhemdar diyar dike`. Slutskiy amaje kir û got ku ew bi bawere wê `demên pêş me de  gelek delegasiyon yên parlamenterên Ewrupayê serdana Qirim û Sevastopolê bikin`.  Parlementera Ewrupayê Nadîn Morano jî li ser amadekariya xwe ya serdankirina Qirimê  anî ziman.  

    Di meha Hezîranê de wê komeke parlamentaran bi navê `Ji bo dîaloga nû bi Rûsyayê re` ji  nunerên Fransî, Îtalî, Brîtanî, Almanî, Portukalîs  pêk tê  civandibu. Morano ji rojnama `Komersant` re tekez kir û got: `serdana me ji bo dawiya  meha Îlonê  destpêka Cotmehê hatiye plan kirin. Û serdana me li Qirimê em wek yek ji derfetan vedinêrin `. Tê pêşbînkirin ku di rojên pêş me de wê şanda Almaniya jî  serdana Qirimê bike.    


    Bi heman mijarî:

    Qirim dikare bibe bajareke nukleerî
    Qirim - Vegera Ber Bi Malê
    Etîketan:
    Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de