21:23 24 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Komîteya Lêpirsînê ya Federasyona Rûsyayê Aleksandr Bastrîkîn

    Rûsya dikare dest ji pabendbûna normên hiquqa navneteweyî berde

    © Sputnik/ Mikhail Klimentiev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 148 0 0

    Aleksandr Bastrîkîn: Raserîya hiquqa navneteweyî sabotaja li ser hiquqa neteweyî ye

    Serokê Komîteya Lêpirsînê ya Federasyona Rûsyayê, doktorê zanistên hiquqê Prof. Aleksandr Bastrîkîn di hevpeyvîna bi ``Rossîskaya Gazeta``yê re got, ku gereke ji makezagona Rûsyayê ew xala ku dibêje normên hiquqa navneteweyî beşeke sîstema hiquqî ya Rûsyayê ye bête derxistin.

    Di wan rojên borî de Dadgeha Makezagonê, raserîya makezagona Rûsyayê li ser Konvensîyona Ewrûpayê ya Parastina Maf û Azadîya Mirovan îlan kir. Aleksandr Bastrîkîn kesayetê ewil e, ku bal kişande li ser peydabûna nakokîyên di navbera hiquqa neteweyî û normên navneteweyî de û pêşnîyar kir ku xala 15`mîn a Makezagonê bête guhertin û raserîya hiquqa navneteweyî wek sabotaja li ser hiquqa neteweyî bi nav kir.

    Bastrîkîn dihesibîne ku biryara Dadgeha Makezagonê ya Federasyona Rûsyayê biryareke anegorê makezagona Rûsyayê ye û her weha ezmûna makezagonên welatên din jî yên wek Almanya, Brîtanya, Îtalya, DYA û yên din jî berbiçav dike.

    Aleksandr Bastrîkîn destnîşan dike ku pratîk jî nîşan dide ku gelek welatên ewrûpî jî ne her tim bi Konvensîyona Parastina Maf û Azadîyên Mirovan re pabend in. Pratîka Dadgeha Makezagonê a Federal a Almanyayê yek ji wan nimûneyan e. Ew dadgeh li ser esasê guhertinên di makezagonê yên di sala 1985, 2004 û 2010`an tev digere.

    Di dema çareserîya pirsa bicihanîna biryara Dadgeha Ewrûpayê ya roja 26`ê Sibata sala 2004`an ya doza `Gergûl li dijî Almanyayê`` Dadgeha Makezagonê ya Federal a Almanyayê biryareke wisa da: Di nav Konvensîyona Parastina Maf û Azadîyên Mirovan a Ewrûpayê de statûya yasaya federal hatîye destnîşankirin û di pratîkê de Dadgeha Ewrûpayê tenê wek referansa şîrovekirina naverok û çarçoveya  maf û azadîyan tê nirxandin.

    Biryarên Dadgeha Ewrûpayê ne her tim ji alîyê dadgehên Almanyayê ve têne pejirandin û sepandin. Hiquqa neteweyî elbet gereke wan biryaran berbiçav bike, lê gereke bi awayeke haydar wan li gorî yasayên xwe şîrove bike. Gelek welatên din ên ewrûpî ên wek Îtalya, Brîtanya, Avistrya jî berî biryardayînê, ji bilî biryarên Dadgeha Ewrûpayê hiquqa xwe ya neteweyî jî berbiçav dikin.

    Etîketan:
    Rûsya, Hiquq, Makezagon
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de