08:03 24 Tebax 2017
Zindî
    Îran

    Îran bi Rûsyayê re li bazara petrolê rikberiyê nake

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Serokê beşa pêwendiyên navnetewî ya şîrketa petrolê (NIOC )ya Îranê Mohsen Kamsarî ragihand ku peymanên hinartina petrola Îranê di sala 2015 de ji bo bikarhênerên tradîsiyon êdî hatine îmzekirin û Îran amadeye di demeke kurt de piştî rakirina ambargoyan dest bi eksporta niftê bike.

    Bikarînerên tradîsiyon zêdekirina sotemeniya Îranê  daxwez kirin. Li gor gotnên Kamsarî, nirxê petrolê li gor hesabên ekonomîk di dawiya sala 2018 de bermîleke wê  zêdetirî 60 dolaran be.  Li gor peymana îmzekirî a bernama nukleerî ya Îranê li ser rakirina sizayan her wiha di  sektora gazê de jî, perspektîva zêdekirina baresta hilberîna petrola Îranê tê dîtin. Ev ne ku tenê garantiya vegera trîumf li bazara global ya petrolê dide komara Îranê,  her wiha leystikvanên gewre  yên wê bazarê dike fikaran de. Gelo dibe ku Îran ji bo xwe segmenta nû ya firotana petrolê li bazara wê de hilbijêre,  ji bilî wan  partnerên tradîsiyon yên wek  (Çîn, Hindistan, Koreya Başur û Japoniya) û berê xwe bide Ewrupayê û bi vî awayî derbekê li berjewendiyên Rûsya bixe ya ku zêdetir petrola xwe difiroşe wî alî? Eksperê ekonomî yê  serbixwe yê Îranê li ser pirsên enerjiyê ji Londonê Manuçehr Takîn ji Sputnîk Persian re bersiva vê pirsa wuha da:

    `Pirsa firotana petrolê li gor kanunên tradîsiyon yên hemû şîrketên petrolê yên  netewî û yên serbixwe yan jî kompaniyên dewletê –  peymana di navbera froşker û muşterî ye. Li gor nêrîna min, lê vir pirsa han ne di cîdaye, ev yanî peymane yan jî hevkariye di navbera du welatên konkrêt.  Prensîba mekanîzma xebata bazara petrolê ewa,  ku hilberînerên petrolê di lêgerîna muşteriyên berhema xwe ne. Lê ji bo hawirdekaran hedefa sereke veguhastina berhema destxistiye û nirxê kêm yê petrolê ye. Ez dixwezim destnîşan bikim ku peymanên petrolê bêtir li ser bazarêne. Dîalog raste rast di navbera muşterî û hawirdekaran tê pêkanîn. Serdema faktora siyasî ya ku rola grîng di  grêdana peymanan de dilîst êdî derbazbuye. Dema ku li hember Îranê siza hatibun sepandin  bêguman baresta peymanên petrolê gelek kêm bibun. Îranê di wan şertan de, tenê bi riya gotubêjan karîbu nêzî welatên hinardekar bibe yên ku berê sepandina ambargoyan hevkariyeke nêzîk bi walêt re dikirin. Îro dema ku ambargo li ser Îranê têne rakirin, şîrketên petrolê dibin xwedî perspektîvên nû di bazara petrolê de.  Li gor hizra min, kompaniyên Îranî yên petrolê,  bikaribin muşteriyên bi qîmet û sud mend  ji xwe re peyda bikin.  Lê belê, ji ber pêwendiyên partnerî û dostanî yên di navbera Îran û Rûsya  yên di her alî de naylin ku şîrketên Îranî yên niftê zerarî bidin berjewendiyên Rûsya yan jî cîhê wê li bazara petrolê teng bikin. Ji bo kompaniyên petrolê qanuna peymanê  grînge lê ne leystikên siyasî`.  Pispor diyar kir ku piştî rakirina ambargoyan, Îran ewil gerek bi parterên xwe yên  tradîsiyon pêwendiyên xwe kurtir û xurtir bike.  Û wekî din Îran her wiha amadeye deriyên nû yên bazara petrolê ji xwe re veke tabî wusa ku zerarê negîne partnerî xwe yên  Rojhilatê yên pêbawer. Manuçehir Takîn destnîşan kir ku vegera Îranê li bazara gilobal ya petrolê ne lez be wê qonax qonaxî be:

    `Bêguman piştî rakirina ambargoyan kompaniyên niftê berjewendîdarin ku di şertên heyî de, berhemên xwe bi nirxeke destdayî bifiroşin. Tabî wê Îran hevkariya xwe bi wan dewletan re ku di navbera wan salên dijwar ji bo Îranê pêwendiyên xwe yên dostaniyê wendanekirin û dewamdikirin, hîn xurtir bike. Lê belê peymanên gewre yên petrolê wê hêdî hêdî bêne îmzekirin. Ji ber ku li gor peymana îmzekirî ya bernama nukleer ya Îranê siza wê hêdî hêdî bêne rakirin.  Dewra han wê diyar bike gelo welatên ku ji ber ambargoyên sepandî petrola Îranê nekirîbune bikirin, vê gavê wê  çiqasî dikarin sotemeniya wê bikirin`.

    We şîrova eksperê serbixwe yê Îranê li ser pirsên enerjiyê Manuçehra Takîn li ser perspektîvên firotana petrola Îranê li bazara petrolê ya cîhanê gohdarî kir.

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Mafê Mirov-Rûsya-Destûr
    Rûsya eşkere kir ku çima çekan nade Pêşmerge û şervanên kurd
    Puşkov: Rûsya wê tevlî hevpeymana dijî DAÎŞê nebe
    Rûsya biryara CE NY ya derbarê jenosida li Srebrenitsê red kir
    Ûşakov: Rûsya bihîstiye ku Atîna dixwaze tevlî BRICS bibe
    Pûtîn: Rûsya bazara serwerîyê nake
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin
    Rûsya 5,92% ji dengan di banka Asyayê de wergirt
    Karter: Tevgera Rûsya di rewşa Ûkraynê de jibo DYA surpriz bû
    Serokê Pentagonê bawer nake ku têkilyên navbera Rûsya û DYA nêzîk baş bibin
    Fransa û Belçîka hesabên nûnerên Ajansa `Rûsya îroyî` girtin
    Rûsya wê nefta Îranê bikire
    Nûnerê FIFA: dibe ku Rûsya û Qatar ji mafê birêvebirna qehremaniya cîhanê a futbolê bê parbibin
    G7 bê Rûsya civiya
    Moskow sînordarkirna çûn û hatina nûnerê herdemî yê Rûsya bo Parlamentoya Ewropayê re şirovekir
    Novak: Rûsya dixwaze erkên Kiyêv di rêkeftina nuh ya derbarê gaze de bên tomarkirin
    Lavrov: diyaloga di navbera Rûsya û Amerîkayê de berdewam e
    Rûsya amadeye alîkariyê di çareserkirna problêma koçberên ne qanûnî de bike
    Rûsya amadeye sêyemîn civîna aliyên Sûriyê lidarxe
    Redkirna Rûsya ji `Mistral` re zêderoye
    Rûsya wê alîkariyê bike jibo forûma derbarê Yemenê di bin siya NYî de bê lidarxistin
    Zêdebûna çalakiyên NATOyê gefa li Rûsya û hevalbendên wê dixwe
    DYA: Rûsya dikare bi hêsanî zora sîstêma dijî moşekan a Ewropayê bibe
    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Etîketan:
    Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de