20:13 17 Tebax 2017
Zindî
    Têkilîyên Rûsya û Ewrûpayê

    Dadgeha Mafê Mirov-Rûsya-Destûr

    © Sputnik/ Vladimir Sergeev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Destûra serwer di ser dadgehên biyanî re ye

    Dadgeha Destûrî ya Rûsyayê biryar da ku peymana derbarê mafê mirov û azadiyên bingehîn, her wiha helwesta qanûnî ya Dadgeha Ewropayê jibo Mafê Mirov serweriya destûrê jibo sîstêma qanûnî a Rûsyayê ranake. Heger biryara Dadgeha Ewropî ya li ser asasê şirovekirna babetên destûrê hatiye pêkanîn, dijberî destûra Rûsyayê be, biryarek wisa ne mimkune bê pêkanîn.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © Sputnik/ Mikayil Klimentev

    Dadgeha Ewropî jibo afê Mirov, wek parêzer Ilya Remeslo dinivîse, orgenekî dadgehî navnetewî ye û pirsên têkildar bi hemû welatên Civata Ewropayê ve vedinêre, û peymana ewropî ya parastina mafê mirov û azadiyên bingehîn tesdîq dike. Rûsya ev orgenê Ewropayê 5 Gulanê sala 1998 qebûlkir û peymana ewropî tesdîq kir. Ji qanûna derbarê tesdîqkirna belgenamê tê naskirin ku heger peymana navnetewî ya Rûsyayê bi awakî din hatibe pêkanîn, wê çaxê wê rêûrêzanên rêkeftina navnetewî bên guhertin.

    Dadgeha destûrî biryar da ku destûr wek çavkaniya sereke ya maf bê naskirin û ev pingav  tam aqilmende,  jiber bi taybetî destûr û ne qanûnên dadgehên navnetewî şewqvedana îrada gel dike û mafê wî  garantî dike. Heger ne wisa be, serwerî wê bi carekê tune ba û  welat wê ji aliyê dadgehên navnetewî ve bihata birêvebirin.

    Bi vî awayî, demek dirêj dihat hesabkirin ku peyman û biryara Dadgeha Navnetewî ya jibo Mafê Mirov beşek ji sîstêma qanûnî ya welêt e û hêza wê ya qanûnî ji ya destûrê bêtire. Rûsya van salan tevdî ji beşekî giring ya  serweriya xwe mehrûm bû. Wê ne tenê rêûrêzanên peymanê qebûldikir, lê mafekî bê sînor dida orgenê navnetewî jibo rêûrêzanên qanûnên hindur şirovebike û bikarbîne. Li vir jî pirsek qanûnî derket- ji aliyekî ve, destûr qanûna bingehî li Rûsyayê ye, ji aliyekî din ve gerek rêûrêzanên peymana navnetewî bên bikaranîn.

    Piraniya welatên din  di vê pirsê de jî destûra netewî serwer dibînin. Li Almanyayê, peymana derbarê mafê mirov di binya qanûna sereke de ye. Bi vî awayî, Almanya derfeta qanûnî ku beşek ji biryarên Dadgeha Navnetewî ya jibo Mafê Mirov pêkneyne, vedinêre. Wisa jî li Austiryê, Bakurê Irlanda, Italya û Brîtanyayê. Sebaret bi Brîtanyayê, partiya desthilatdar ragihandiye ku ew dixwaze ji çarçova desthilata Dadgeha Navnetewî ya jibo Mafê Mirov derkeve. Ev pirs êdî jibo rêfêrêndûmê tê amedekirn. Tirkiye jixwe biryara dadgehê ya jibo dana gelek milyonan ji qibrisyan re red kir û tu-tedabîr dijî wê ne hatin stendin.

    Wek em dibînin, di sînordarkirna pêkanîna biryara dadgeha Navnetewî ya jibo Mafê Mirov de tiştekî bêhempa tune. Mafê Rûsyayê heye ku rola dadgehê ya erênî ya di parastina mafê mirov de ji armancên wê yên siyasî dabeşbike. Ew dema ku di bin tekoşîna jibo mafê mirov de Rojava Rûsya erkdar dikir û serweriya wê sînordar dikir derbasbûye. Biryara dadgeha destûrî a Rûsyayê jibo şêwazê rast di danûstendina bi Dadgeha Navnetewî ya jibo Mafê Mirov re nimûne ye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya eşkere kir ku çima çekan nade Pêşmerge û şervanên kurd
    Puşkov: Rûsya wê tevlî hevpeymana dijî DAÎŞê nebe
    Wezîra amerîkî: jibo ewledariya netewî, Rûsya gefa herî mezine
    Rûsya biryara CE NY ya derbarê jenosida li Srebrenitsê red kir
    Ûşakov: Rûsya bihîstiye ku Atîna dixwaze tevlî BRICS bibe
    Pûtîn: Rûsya bazara serwerîyê nake
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin
    Rûsya 5,92% ji dengan di banka Asyayê de wergirt
    Karter: Tevgera Rûsya di rewşa Ûkraynê de jibo DYA surpriz bû
    Serokê Pentagonê bawer nake ku têkilyên navbera Rûsya û DYA nêzîk baş bibin
    Fransa û Belçîka hesabên nûnerên Ajansa `Rûsya îroyî` girtin
    Rûsya wê nefta Îranê bikire
    Nûnerê FIFA: dibe ku Rûsya û Qatar ji mafê birêvebirna qehremaniya cîhanê a futbolê bê parbibin
    G7 bê Rûsya civiya
    Moskow sînordarkirna çûn û hatina nûnerê herdemî yê Rûsya bo Parlamentoya Ewropayê re şirovekir
    Lavrov: diyaloga di navbera Rûsya û Amerîkayê de berdewam e
    Rûsya amadeye alîkariyê di çareserkirna problêma koçberên ne qanûnî de bike
    Rûsya amadeye sêyemîn civîna aliyên Sûriyê lidarxe
    Redkirna Rûsya ji `Mistral` re zêderoye
    Rûsya wê alîkariyê bike jibo forûma derbarê Yemenê di bin siya NYî de bê lidarxistin
    Zêdebûna çalakiyên NATOyê gefa li Rûsya û hevalbendên wê dixwe
    DYA: Rûsya dikare bi hêsanî zora sîstêma dijî moşekan a Ewropayê bibe
    Etîketan:
    Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de