04:51 23 Mijdar 2017
Zindî
    Yûrîyê Roman Dasinî

    Yûrîyê Roman Dasinî – bazirgan, karmendê civakê, doktorê dîrokê. (Beşa Sêyemîn)

    © Foto: Wêne yê ji arşîva Yûrîyê Roman Dasinî
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 3290102

    «Fikira jîyana we çi ye? Xizmetî xelkê bikin û karên qenc bikin», Arîstotêl.

    Yûrîyê Roman Dasinî di beşa sêyemîn a hevpeyvîna me de behsa bazirganîya xwe, malbata xwe, gera xwe ya kurdistanê û pirtûka xwe dike. Yûrîyê Dasinî bazirganîyê pîşeyeke wek doktorî, hunermendî û stranbêjîyê bi nav dike  û dibeje ``Dereceya aborîyê – ew karkirina civakê ya malhebûnîyêye, dema xêr û bereket tê sazkirin``.

    Malbata Yûrîyê Dasinî, ango dê û bav, xuşk û birayên wî li Moskowê dijîn. Keça wî li Zanîngeha Moskowê li ser prodûserîyê perwerdehîya xwe didomîne û birazayê wî jî li Akademîya Fînansê ya Moskowê de xwendevan e.

    Yûrîyê Dasinî xwedîyê pirtûka bi navê `Rêwîtîya ji Moskowê ber bi Kurdistanê` ye. Dasinî di sala 2008`an de ji bo beşdarîkirina festîvala nivîskar Mehmûd Beyazidî  ji alîyê Wezareta Çandê ya Kurdistanê ve tê vexwendin. Festîval di rojên 30-31`ê Mijdarê li Dihokê tê lidarxistin. Dasinî di pirtûka xwe de ji festîvalê cudatir her weha behsa jîyana li Kurdistanê jî dike: ``Mehmûd Beyazidî  nivîskar bû, lê bi tevî dîplomatê rûs Jaba yê li dewleta osmanîyan kar dikir. Nivîsên kevin yên li ser çand, dîrok û edebîyata kurdî kom dikir. Wê demê dijminên kurdan eserên bi wî rengî dişewitandin û tişteke bi kurdî nedihiştin.  Mehmûd Bayezidî eserên bi kurdî ên li bal xwe teslîmê Jaba dike ku bi xwe re bibe. Yek ji eserên ku Jaba bi xwe re dibe orjînala Mem û Zînê ye, bi dest û li ser cerim hatîye nivîsandin û niha li Pirtûkxaneya Sankt Peterbûrgê tê parastin``. Pirtûka Yûrîyê Roman Dasinî bi rûsî û kurdî hatîye çapkirin û çapa kurdî ji alîyê rojnamevanê navdar Têmûrê Xelîl ve ji rûsî hatîye wergerandin.

    Yûrîyê Roman Dasinî  li Qesira Neteweyan ya li Cenevê.
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Yûrîyê Roman Dasinî
    Yûrîyê Roman Dasinî li Qesira Neteweyan ya li Cenevê

    Bi heman mijarî:

    Yûrîyê Roman Dasinî – Bazirgan, karmendê civakê, doktorê dîrokê (Beşa Yekemîn)
    Yûrîyê Roman Dasinî – bazirgan, karmendê civakê, doktorê dîrokê (Beşa duyemîn)
    Etîketan:
    Yûrîyê Roman Dasinî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de