19:57 23 Mijdar 2017
Zindî
    Serokwezîrên Rûsya û Yonanistanê

    Daxwaz tê kirin ku `sizeyên dijî sizan` jibo Yonanistanê bê rakirin

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Berhemên çandinyê yên li Yonanistanê tên çandin ne mumkune li Rûsyayê bên hilberîn û rakirna ambargoya madên xwarinê jiber problêmên aborî yên welêt wê bi awakî erênî him ji aliyê xelkê Yonanistanê û him jî ji aliyê xelkê Rûsyayê bê qebûlkirin.

    Endamê parlamentoya Rûsyayê-Koşka Jêr  Andrey Krûtov ev daxwaz ji serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kirye.

    Krûtov di daxwaznama xwe de destnîşandike ku `Yonanistan –hevbeşê Rûsyayê yê bawerdar e, ji sala 2010 heta 2013 bazirganiya di navbera herdû welatan de bi du caran zêde bû. Yonanistan ne tenê ji aliyê aborî ve, lê ji aliyê rohî ve jî nêzîkî Rûsyayê ye. Ew yek ji welatên ortodoksî yên ne gelek li Ewropayê ye. Madên çandinyê yên ku li Yonanistanê tên hilbirandin, yên li Rûsyayê na birin.  Di heman demê de ku Yonanistan nikaribe hilberînên xwe li bazara Rûsyayê bifroşe, dibe ku ji aliyê aborî, civakî û siyasî hîn bêtir zirar lê bibe û  krîza li welêt hîn kûrtir bibe.

    Krûtov di dawiya daxwaznama xwe de wisa dibêje, `Ez texmîn dikim ku pingavek wisa dostane ji aliyê Rûsyayê ve wê bi awakî erênî ne tenê li Yonanistanê, lê ji aliyên welatyên me jî bê qebûlkirin`

    Wek Krûtov ji rojnema `Izvestiya` re şirovekir, di dema niha de herdû alî jiber `dijî sizeyan` dixesirin.

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan planê reformê yê dusalane amade kirye
    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Yonanistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de