04:59 22 Mijdar 2017
Zindî
    Arktika

    Dewlemendiya Arktîkayê

    © AFP 2017/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Li gor nêrîna lêkolîneran, di bin qeşayên li Arktîkayê zêdetirî 80 milyar bermîl petrol veşartî ye

    Rûsya hêvî dike ku di demeke nêzîk de wê daxwaziya ji bo firehkirina sînorên Arktîkayê pêşkêşî NY bike. Ragihandina han ji alîyê wezîrê siruştî yê Rûsyayê Sergey Donskoy ve hate kirin. Berî demekê  zaniyarî hatibûn belavkirin, ku  tevaya nirxê  zengîniya  bin axê a li herêma Arktîkayê ya Rûsya zêdetirî 30 trîliyon dolaran e.  Pispor tekez dikin ku navenda giraniya deranîna hîdrokarbonata Rûsya derbazî deryayên Arktîkayê dibe. Li ser dewlemendiya Arktîkayê  ya her cureyên  samanên sirûştî   zû de tê gotin. Li gor nêrîna lêkolînvanan di bin qeşayê de zêdetirî 80 milyar bermîl petrol  veşartî ye. Bi gotineke din % 13 tevaya yêdekên cîhanê ye. Gaza siruştî li wê herêmê li gor danayên zanyaran nêzîkî 1550 trîliyon metrekub e.

    Balkêş e ku beşa herî mezin a yêdekên neftê nêzîkî peravên Alaskayê ne, lê yêdekên gaza sirûştî li ber peravên Rûsya yê ne. Îro li derya Barêntsêvo, Pîçorskiy û Karskoyê zêdetirî 200 kanzayên perspektîv hatine dîtin û bi dehan jî  êdî hatine vekirin. Nimûne ji wan 11 li derya Barentsevo û Karskîne, 8 li derya Oxotskî ne. Endamê Civata Şêwrê ya Pîşesazên Rûsya Yeldar Kasayêv tekez kir ku Rûsya gelek projeyên grîng  li Arktîkayê destpê kiriye. 
    “Ev çend salin em li Arktîkayê  petrolê derdixînin. Hîn nayê zanîn ka baresta deranîna petrolê li wan deveran wê çiqasî be, ji ber ku yêdekên wê nehatine piştrastkirin.  Vê gavê li wê herêmê xebatên jeolojîk têne pêkanîn. Û li gor encamên wan emê bizanibin gelo li Arktîkayê baresteya deranîna gaz û neftê wê çiqas be”.

    Hîn di destpêka sedsalê de hatibû tekez kirin ku qada arktîkayê li ber guhartinên mezin ve diçe, lê Rûsya di warê deranîna kanzayan de wê rola taybet bigire. Lê belê siyasetê guhartin pêkanîn. Dîrektorê ajansa Small Lettersê Vîtaliy Krukov  li ser mijarê van daxuyaniyan dide:

    “Planên me yên xebatên li Arktîkayê  û deranîna petrolê heya sala 2020 gewre ne. Li gor nêrîna min, emê mecbur bimînin ku planên xwe heya sala 2020-2025`an dirêj bikin.  Sedem jî ambargoyên navneteweyî ne. Vê gavê demûdezgeh li cem me tunene ên ku em bi efektîv dikarin di şert û mercên Arktîkayê de bikar bînin. Lê hêviyên me hene ku lîstikvanên Ewrupayê wê bên Arktîkayê. Shell, Statoil dikarin xebatên jeolojîk aktîvîze bikin. Lê ez dibêjim ku van salên pêş me de di şertên ambargoyan de hêviyên me bicîh nabin”.

    Yeldar Kasayev diyar kir  ku wekî din Rûsya projeyên xwe venaşêre.  Zû yan dereng yêdekên han di rejîma aktîv de wê bêne deranîn. Kasayev wisa dewam kir:

    “Yedekên Rûsya li Arktîkayê mezin in. Li gor hesabên wezareta enerjiyê – 100 milyar di ekvîvalênta petrolê de. Deranîna kanzayan û yêdekên  potensiyal dem  û teknolojî dixwazin. Li gor hesabên saziyên me  15-20 salin…”
    Semanên sereke li Arktîkayê li Bakurê wîlayeta Kolskî ne. Di nav wan de: metalên  planîtayê, madeyên bakir, polîmetall, tantal, tîtan, hesin, fosfor, xrom, marganêts, zêr, elmas hene. Û vêberdêrên ku mecbur man ji ber guşara  ambargoyan projeyên xwe li Arktîkayê kom bikin, wê ji ber van zengîniyên Arktîkayî vegerin û zu yan dereng hewil  bidin li Rûsya dest bi xebatê bikin û deranîna kanzayan bikin.

    Etîketan:
    Rûsya, Karbonhîdrat, Arktîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de