03:57 21 Mijdar 2017
Zindî
    Yûrîyê Roman Dasinî li ber Qesira NYî li Jinêvê

    Yûrîyê Roman Dasinî – bazirgan, karmendê civakê, doktorê dîrokê (Beşa duyemîn)

    © Foto: Wêne yê ji arşîva Yûrîyê Roman Dasinî
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    73304122

    «Dema em derheqa bextewarîya xelkê da difikirin, em bextewarîya xwe di wan da dibînin» Platon.

    Civaka mirovatîyê ji hemû civakên din bi wê yekê va tê cudakirin, ku dikare bi cihana derober ra bikeve nava pêwendîyê. Ew pêwendî ji wan katêgorîyayên zanyarîyê ye, ku pir dijwar û piralî ye. Ew cûrekî jîyana mirovatîyê ye.

    Dereceya sîyasî – ew warê hevrakarkirina mirovan e ji alîyê desthilatê û kesên bin destê wê da.

    Roja 17`ê Adara sala 2015`an li Qesra Miletan ya li Jenêvê civîna taybet ya berevbûna 28`emîn Şêwra Neteweyên Yekgirtî a li ser mafên mirovan hate lidarxistin. Di civînê de pirsa rewşa hûmanîtar ya kêmanîyên dînî li Îraqa dema nû de hate minaqeşekirin. Di civînê de paşeroja êzdî û xaçparêzan a li Îraqê hate guftûgokirin, yên ku di dema bûyerên diltazîn yên havîna sala 2014`an de li Şengal, Mûsil û li besta Nînovayê pir zirar dîtibûn.
    Yûra Dasinî li wir derheqa gelkujî û rewşa niha ya êzdîyên li Îraqê raportek xwend.  Dasinî li ser beşdarîya xwe ya di wê civînê û raporta amadekirî de got ku ”Ew zulma ku di meha tebaxa sala par de hatî serê êzdîyên Şengalê, me neçar kir ku em ji bo alîkarîya Kurdistanê bikevine nav tevgerê. Me wek kurdên êzdî yên li Rûsyayê  biryar da, ku dengê xwê bigihînin hikûmetên hemû dewletên dinyayê. Ev ne tiştekî organize bû, ew tişt bi xwe çêbû. Mesele hevalên me yên li Evrûpayê ji hikûmetên dewletên Evrûpayê re name nivîsîn.Min jî ji bo Hikûmet û Parlamentoya  Rûsyayê du name şandin.  Bersîva wan jî min stand. Piştî wê, me biryar da ku dengê xwe bighînin NY.

    Yûrîyê Roman Dasinî ligel mîrê êzîdyan Tehsîn Beg
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Yûrîyê Roman Dasinî
    Yûrîyê Roman Dasinî ligel mîrê êzîdyan Tehsîn Beg


    Ji bilî hevalên me ên li Ewrûpayê, kurdên me yê musulman jî tev me bûn û em xebitin ku li  NY konfêransekê derbaz bikin. Tu kesî em ne hilbijartibûn, tu kesî em ne şandibûn. Em bi xwe çûn, me konferans lidar xist û encamên wê jî berhemdar bûn”.
    Yûra Dasinî ji alîyê NY ve giringîya naskirina gelkujîya êzdîyan jî wisa şîrove kir: ”Li ser asta fermî nebe jî, ji alîyê NY ve naskirina gelkûjîyê gelek giring e. Êzdî ne ji ber wê yekê wê naskirinê giring dibînin ku tazmînat yan jî fêdeyeke din a madî wergirin. Ji bo me ya giring ew e, ku dawî li fermanên li ser êzdîyan bêne anîn, ku heta niha rast bi 74 fermanan hatine”.  
    Yûrî Dasinî dibêje ”Em dixazin ku ew înîsîyatîva me mezin bibe, û bigihîje hemû kurdên dinyayê. Kê ji alîyê xwe ve çi dikare bike gereke bike, ku pêşî li jenosîdan bête girtin. Gerekê ji hemû derîyan bikevine hundur, derîyên girtî gerekê bikutin, bidine vekirin, ne axir xwîna gelê me hatîye rijandin, jin û zaro hatine revandin, ku heta niha jî dîlgirtî ne, ev hemû gereke bê ceza nemîne, bona ew careke din dubare nebe”.

    Bi heman mijarî:

    Yûrîyê Roman Dasinî – Bazirgan, karmendê civakê, doktorê dîrokê (Beşa Yekemîn)
    Etîketan:
    Yûrîyê Roman Dasinî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de