12:20 19 Tebax 2017
Zindî
    Ufa prior to SCO/BRICS summits

    BRÎCS û Rêxistina Hevkariya Şanhayê wê cîhê Amerîkayê li Asyayê teng bikin

    BRICS/SCO Photohost
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Rêxistina Hevkariya Şanhayê- rêxistineke ku zû pêşdikeve û bilind dibe û her ku diçe di qada navneteweyî de dengê xwe bilind dike

    Van rojan bala tevaya cihanê li bajarê Rusya Ufayê ye, li wî bajarî bi hevre du lutke têne lidarxistin:  ya BRÎCS û ya Rêxistina Hevkariya Şanhayê. Xebata wan civînan çawa li Waşîngtonê wisa jî li Bruksel û Tokyoyê têneşopandin. Li gor nêrîna weşana Brîtanî Financial Times, îro herî zêde li ser BRÎSS ê axaftin têne kirin, lê Moskow zêde balê dikşîne ser  rêxistina ku zêde li Ewrupayê nayê zanîn, ango Rêxistina Hevkariya Şanhayê. Di destpêkê de rêxistina navborî bi hevkariya Rûsya, Çîn û çar dewletên Asya Navendî ji bo çareserkirina pirsên sînor ya  wan dewletan hatibû damezirandin. Lê belê di navbera deh salan de erk û fonksiyonên Rêxistina Hevkariya Şanhayê gelek hatin guhartin. Û piştî ku Rûsya berê xwe da  Rojavayê  û pêwendiyên  xwe bi Pekînê  re xurt kir, giraniya Rêxistina Hevkariya Şanhayê hîn zêdetir kir û rêxistinê  asteke global wergirt. Her çiqas di desturnameya Rêxistina Hevkariye Şanhayê de nehatiye gotin jî,  lê Waşîngton metirsîdar e ku yek ji hedefên sereke yê rêxistina Şanhayê —  bi destê Rûsya û Çînê wê  Amerîka ji parzemîna Asya  bê derxistin. Li gor nêrîna ekspêrê rus yê li ser pirsên siyaseta navneteweyî a kovara `Ekspert` Sergey Manûkov vê gavê li Ewrasyayê lîstikeke  gewre tê pêkanîn:

    “Rêxistina Hevkariya Şanhayê- rêxistineke ku zû pêşdikeve û bilind dibe û her ku diçe di qada navneteweyî  de dengê xwe bilind dike. Ji ber wê li Ewrupayê jî wê çavdêriya xebata herdû  samîtan bikin. Tevî wê demeke destdayî ye ji ber ku di krîza Yunanî de  bêhenvedanek biçuk hatiye danîn. Her kes fam dike ku di pêşerojê de di navbera DYA û Çînê de tekoşîna ji bo Asya û okyanusa Pasîfîk lidar keve. Çîn di gelek parametreyên girîng de DYA li du xwe hiştiye. Her du welat di vê tekoşînê de ji xwe re hevkaran digerin.  Bi saya sarbûna pêwendiyên di navbera Rûsya û Rojavayê partneriya Rûsya û Çînê stîmuleke nû wergirtiye. Û partneriya bi vî rengî ji Moskow û ji bo Pekînê sûdmend e û wekî din platformeke ji bo wê êdî zûda hatiye avakirin ew jî – Rêxistina Hevkariya Şanhayê ye.  Lê piştî tevlêbuna Hindistan û Pakîstanê di vê rêxistinê de, otorîteya Rêxistina Hevkariya Şanhayê zêdetir dibe”.

    Li gor nêrîna weşana Financial Timesê, rêxistin hêvî dike ku bi saya endamtîya Hindistan û Pakîstanê li rêxistina Şanhayê de rêxistin împulseke nû ya pêşketinê dest bixe.  Li gor hizra  Sergey Manûkov,  pêkanîna vê planê siyaseta Waşîngtonê li Herêma Asya Pasîfîkê lawaz dike.

    “Hindistan dikeve nav deh welatên bi ekonomiya pêşketî  û xwedî potensiyaleke gewre ye, ji ber wê endamtîya Hindistanê rêxistinê bi hêz dike. Ji bo Waşîngtonê bêguman ev moment pir girîng e. Pêwendiyên di navbera Waşîngton û Pekînê ne xirabin, lê amerîkî naxwazin ku pêwendiyên Delhî û Pekînê xweş bin. Û heger niha bi saya  endamtîya wan di rêxistinê de, dijberiyên di navbera Çîn û Hindistanê nerm bibin,  wê bibe surprîzeke ne bi dilê Waşîngtonê.  Ji ber wê Koşka Spî bi baldarî samîta Ufayê  çavdêr dike”.

    Bi heman mijarî:

    Çîn rêkeftina derbarê sazkirna banka BRIKS pesend kir
    Çîn û Hindistan dixwazin tanka rûsî `Armata` bikirin
    Rûsya, Çîn û Rêxistina Hevkarîya Şanhayê
    Rûleta Kosmîk: Çîn yan Hindistan
    Daxwaznama ku bang li hevkariya bi BRIKS re dike li Amerîkayê tê belavkirin
    Yekemîn forûma parlamentoyên BRIKS li Moskowê lidardikeve
    Etîketan:
    BRICS, Rûsya, Ûfa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de