06:36 23 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn: Rûsya bazara serwerîyê nake

    © Sputnik/ Mikayil Klimentev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    sucdarên bûyerên li Ûkraynayê jî ew kes in, ên li hember Rûsyayê ambargoyan disepînin

    Li Moskowê roja 3`yê Tîrmehê civîna Civata Ewlekarîyê ya Federasyona Rûsyayê hate lidaxistin. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di vekirina civînê de ragihand, ku hewldanên Rojavayê yên bi alîkarîya guşarên ji derve ve perçekirina Rûsyayê û sepandina ambargoyên hişk tu encam nedan.

    “Îro êdî baştir dîyar dibe, ku hewldanên perçekirina civaka me tu encam nedan. Ji wan kesan re li hev nehat, armancên bi rîya sînordarkirina welatê me dabîn bikin.

    Welatîyên Rûsyayê, hemû hêzên sîyasî yên welêt û bazirganîya welêt fam dikin, ku çi diqewime û dizanin gereke çi bête kirin. Tedbîrên operatîv derfet dan ku rewşa aborî-fînansî, rewşa li bazarên kedê bête aramkirin. Her weha xebatên hemû aresteyên stratejîk ên aborîyê hatine dabînkirin. Dabînkirina bernameyên dewletê û bernameyên sosyal jî berdewam dike. Ji bilî wê jî, kompanyayên me û hilberînêrên me ispat kirin ku dikarin di şertên giran de hevkarên nû peyda bikin û bazarên hindurîn û yên bîyanî yên nû keşif bikin. Nimûneya wê yekê jî, dînamîka bilind a di warê çandinîyê de ye”.

    Li gor nêrîna Pûtîn, sedema guşarên li ser Rûsyayê ew e, ku welat sîyaseteke serbixwe ya navxwe û derve dimeşîne û ``bazara serwerîya xwe nake``. Pûtîn got ku ``Bûyerên wan dawîyan nîşan didin ku di demên nêz de helwesta ne dostane ya oponentên welatê me nayê guhertin. Pûtîn her weha dîyar kir, ku sucdarên bûyerên li Ûkraynayê jî ew kes in, ên li hember Rûsyayê ambargoyan disepînin. Li gor gotinên Pûtîn, li Rojava tu kes hewl nade ku sedemên peydabûn û mezinbûna konflîkta li Ûkraynayê analîz bike. Vladîmîr Pûtîn destnîşan kir, ku gereke hemû rîskên aborî û sîyasî yên li hember Rûsyayê bêne kifşkirin û li ser wê esasê stratejîya ewlekarîya neteweyî ya Rûsyayê bête destnîşankirin.

    Li gor gotinên Pûtîn,  armanca sereke ya sîyaseta dewletê ew e, ku di hemû waran de ewlekarîya neteweyî ya Rûsyayê bête dabînkirin û aramîya di warê sosyal, sîyasî û aborî de bête parastin.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © Sputnik/ Mikayil Klimentev

    “Em ji hevkarîya wekehev ya ji bo xebatên kolektîv yên li ser pirsên navneteweyî re vekirî ne û em ê bi prensîbên yêkrêzî û berbiçavkirina berjewendîyên hevdu û bêy zîyandayîna ewlekarî û serwerîyê  bi partneran re hevkarîya xwe berdewam bikin. Em ê wek berê entegrasyona aborî ya li hola Hevalbendîya Dewletên Serbixwe bi awayeke çalak berdewam bikin. Xebatên me yên sîyasî, aborî û sosyal ên di çarçoveya Rêxistina Hevkarîya Şanhay û BRÎKS`ê jî wek berê wê berdewam bikin”.

    Pûtîn di dawîya axaftina xwe de destnîşan kir, ku hemû sazîyên dewletê û hemû welatîyên Rûsyayê wê hêzên xwe bikin yek ku ji dabînkirina erkên îroyîn re çareserîyan peyda bikin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Obama bi telefonê axivîn
    Pûtîn: DAIŞ’ê evqas çek ji ku derê peyda kir?
    Pûtîn vexwendina Erebistana Seûdiyê qebûlkir
    Pûtîn bi helkeftina Roja Rûsyayê wê xelatên dewletê pêşkêşbike
    Pûtîn gihişt Îtalyayê
    Gerhard Shreder: Ne vexwendina Pûtîn jibo samîta G7-şaştiye
    Krîz bandor li reytînga Pûtîn nake
    Pûtîn derbarê hetîketiya di FIFA de: Amerîka hewldide jibo Blatter dîsa neyê hilbijartin
    Pûtîn: nirxê rûbil derfetê dide ku hinarda çavkaniyên ne sereke bêtir bibe
    Pûtîn wê gotebêjan bi rêberên Kûba û Moxolistanê re bike
    Etîketan:
    Rojava, Cîhan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de