18:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîr, wezîrê karên derve yê ber û serokê ajansa saloxgêrî a derve yê berê  Rûsyayê yê berêYevgeny Primakov

    Sîyasetmedar, zanyar-rojhilatnas Yevgenîy Prîmakov jîyana xwe ji dest da

    © AFP 2017/ LMARS ZNOTINS
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1810

    Yevgenîy Prîmakov yek ji eksperên serkêş ên rojhilatnasîyê, yek ji zanyarên otorîter ê di warê aborîya cîhanê û têkilîyên navneteweyî û yek ji pisporên kifşkirina sîyaseta derve ya Rûsyayê bû.

    Sîyasetmedar, zanyar-rojhilatnas Yevgenîy Maksîmovîç Prîmakov roja 29`ê Cotmeha sala 1929`an li Kîyevê ji dayîk bû. Di sala 1953`yan de Înstîtûya Rojhilatnasîyê ya Moskowê qedand û di sala 1956`an de li Zanîngeha Dewletê ya Moskowê perwerdehîya doktorayê qedand. Di navbera salên 1953- 1962`yan de di teleradyoya dewletê ya Yekitîya Sovyetê de wek edîtor xebat kir. Di navbera salên 1962-1965`an de di rojnameya Pravdayê de wek çavdêrê sîyasî kar kir û ji sala 1965 heta sala 1970`yan li Rojhilata Navîn peyamnêrtîya taybet ya rojnameya Pravdayê kir. Di navbera salên 1970-1977`an de li Akademîya Zanistê ya Yekitîya Sovyetê de wek cîgirê rêvebirê Înstîtûya Rojhilatnasîyê xebat kir û yek ji eksperên serkêş ên sîyaseta derve ya Rojhilatê bû. Li ser dîroka hevdem a Rojhilatê gelek pirtûk jî nivîsîne. Di salên 1985-1989`an de rêvebirtîya Înstîtûya Aborîya Cîhanî û Têkilîyên Navneteweyî ya Akademîya Zanistê ya Yekitîya Sovyetê kir. Di navbera salên 1989-1991`an de endamê Komîteya Navend û berendamê endamtîya Polîtbûroya Komîteya Navendî ya Partîya Komînîst a Yekitîya Sovyetê bû. Ji meha Hezîrana sala 1989 an heta Îlona sala 1990`an serokatîya Civata Bilind a Yekitîya Sovyetê kir. Di navbera mehên Adar û Berfanbara sala 1990`an de di nav pêkhateya Civata Serokatîyê de cih girt û bi pirsên sîyaseta derve re mijûl bû. Di sala 1991`an de bû endamê Civata Ewlekarîyê ya Yekitîya Sovyetê.

    Yevgenîy Prîmakov roja 30`ê Îlona sala 1991`an bû serokê ajansa istixbaratê ya Yekitîya Sovyetê. Di navbera salên 1991-1996`an de rêvebirîya istixbarata derve ya ajansa istixbarata Rûsyayê kir. Di navbera salên 1996-1998`an de wezîrê karên derve yê Rûsyayê bû û wek stratejîstê `pircemserîyê` dihate bi navkirin. Di salên 1998 —1999an de serokatîya hikûmeta Federasyona Rûsyayê kir. Di roja 24`ê Adara 1999`an de ber bi Waşîngtonê bi rê ket. Dema balafir li ser Atlantîjkê bû, jê re ragihandin ku NATO`yê dest bi bombebarankirina Yûgoslavyayê kir. Prîmakov ji wê derê, ango li ser okyanûsê serdana Waşîngtonê betal kir û balafir vegerande Moskowê.

    Yevgenîy Prîmakov di Tebaxa sala 1999`an de bu serokê Civata Koordînasyonê ya bloka hilbijartinan ``Welat-Tewaya Rûsyayê``. Di sala 2001`an de jî bû rêvebirê Odeya Bazirganî-Pîşesazîyê û roja 21`ê Sibata sala 2011`yan de jî dest ji wî karî berda.

    Yevgenîy Prîmakov yek ji eksperên serkêş ên rojhilatnasîyê, yek ji zanyarên otorîter ê di warê aborîya cîhanê û têkilîyên navneteweyî û yek ji pisporên kifşkirina sîyaseta derve ya Rûsyayê bû. Prîmakov di maweya jîyana xwe ya sîyasî û akademîk de li Rûsya û li derveyê welêt, xelatên rûmetê jî di nav de gelek xelat wergirtin.

    Yevgenîy Prîmakov di roja 26`ê Hezîrana sala 2015`yan de koça dawî kir. Prîmakov bi Dr. Îrîna Borîsovnayê re zewicî bû û keçeke wî ya bi navê Nana heye.

    Bi heman mijarî:

    Rêûresmê veşartina Prîmakov wê bi awakî zindî bê weşandin
    Etîketan:
    Koça dawî, Prîmakov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de