13:08 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokwezîr, wezîrê karên derve yê ber û serokê ajansa saloxgêrî a derve yê berê  Rûsyayê yê berêYevgeny Primakov

    Rêûresmê veşartina Prîmakov wê bi awakî zindî bê weşandin

    © AFP 2017/ LMARS ZNOTINS
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3801

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn emir kir jibo rêûresmê veşartina Êvgênî Prîmakov bi awakî zindî bê weşandin.

    Her wiha, Pûtîn ji wezareta karên derve ya welêt xwest jibo welatên biyanî bi mirina Prîmakov agahdar bike.Rêûresm wê 29 Hezîranê lidarkeve.

    Rêberê dîwana serokê Rûsyayê Sergey Ivanov wê serokatiya komîta dewletê ya jibo veşartina Prîmakov bike.

    Serokwezîrê berê, wezîrê karên derve yê berê û serokê ajansa saloxgêriya derve akademîsyen  Êvgênî Prîmakov roja înê di temê 85 salan de mir. Prîmakov ku bi perwerda xwe rojhilatnas bû, di salên cuda de serokatiya Istîtûya rojhilatnasî û Instîtûya aboriya cîhanê û têkilyên navnetewî dikir. Prîmakov endamê serokatiya Akademiya Zanistî a Rûsyayê û serokatiya Civata zanistî û perwerdê bû.

    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de