01:20 23 Adar 2017
Zindî
    Eshton Karter

    Serokê Pentagonê bawer nake ku têkilyên navbera Rûsya û DYA nêzîk baş bibin

    © REUTERS/ Yuriko Nakao
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Ajansa Bloomberg ragihand ku serokê Pentagonê Eshton Karter bandora Vladimir Pûtîn li rojhilatê Ewropayê wek `dijminatî` binavkir û mebesta Moskowê ya jibo cebilxaneyê xwe yê atomê zêde bike, rexne kir.

    Karter destnîşankir ku deryê Amerîka jibo başkirna têkilyên di navbera Moskow û Washington de vekirye, lê wek ew dibêje, başbûna van têkilyên wê ne di demek nêzîk de be.

    Karter destnîşankir ku `Rûsya dibe ku di dema Vladimir Pûtîn  de û heta piştî wî jî, neyê guhertin`.

    Her wiha, serokê Pentagonê destnîşankir ku `pêwîste Amerîka û NATO helwestek ne nerm, lê biparseng lihimber Rûsyayê bigrin. Her wiha, Karter got ku Amerîka wê her bihêvî be ku Rûsya, dibe ku ne di dema Vladîmîr Pûtîn de, vegere riya pêşveçûnê û ne paşvegerê`.

    Vladimir Pûtîn 16 Hezêranê li forûma navnetewî a leşkerî (Artêşa-2015) axaftinek pêşkêşkir. Serok got ku artêşa Rûsyayê îsal wê 40 cûrên rokêtên nûjen wergire û soz da leşkeran ku heta sala 2020-an bi awakî tam bên biçekkirin.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Rizgarkirina Girê Spî bûyerek girîng e
    Pentagon: bêtir ji 50 tomargehên li Amerîkayê û 3 welatên din antraks wergirtine
    Pentagon li kuştina zarokan mikur hat
    PENTAGON- Barzanî ligel wezîr û berpirsên Artêşê civiya
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de