05:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Moşeka Topol a Rûsî

    Kêmkirina çekan tenê bi hev re mumkun e

    © Sputnik/ Mikhail Fomichev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Rûsya dikare tevli gotûbêjên kêmkirina çekên nukleerî bibe, lê tenê, eger hin merc bêne pêkanîn. Meha gulanê wezîrê karên derve yê DYA John Kerry bang li Moskowê kiribû, ku çek û cebilxaneya xwe di çarçoveya peymana Çekên Stratejîk ên Êrîşber de hîn zêdetir kêmtir bike.

    Li gorî nêrîna piraniya eksperan, sedema vê pêşniyara rêveberiya DYA, bi pirsgirêkên fînansî ve girêdayî ye.  Obama ji ber pêwîstiya kêmkirina budceya leşkerî van pêşniyaran dike.  Lê belê vê gavê asta serikên nukleerî, ku di Peymana Çekên Stratejîk ên Êrîşber de hatine destnîşankirin, bi kêrî Rûsyayê tê. 

    Ji alîyeke din, Moskow bi bîr tîne ku divê li ser hegemonyaya Amerîka ya di warê moşekên baskdar û firokeyên bêpîlot de jî were lihevkirin. Pisporê di warê çekan de Yevgeniy Myasnîkov li ser vê mijarê van şîroveuyan dike:

    "DYA û Rûsya Peymana  Çekên Stratejîk ên Êrîşber îmze kirine û li gorî wê peymanê, divê her du alî serikên stratejîk ên nukleerî ta 1750 û barkêşên wan jî ta 700-î kêmtir bikin. Li gorî daxuyaniya her du aliyan, ku beriya demekî nêz hatibû kirin, peyman bi awayekî serekftî tê pêkanîn. Lê paşê êdî çi bibe, zelal nîne.  Ji ber ku divê peyman ta sala 2018-ê bê pêkanîn û meriyeta wê jî ta sala 2021-ê derbasdar be.  Aliyan hêj ji bo gavavêtinên nû ti gotûbêj    nameşînin. Lê DYA dixwaze ku di vê hêlê de dest bi diyalogê bike, belam Rûsya baldarî nîşan nade. Ji bo Rûsyayê ya giring ew e ku pirsa kêmkirina çekên nukleerî bêne çareserkirin. Di serî de jî, pirsgirêka Mertala Moşekan û çekên stratejîk ên ne nukleerî. Lê di wî warî de jî aliya Amerîkî ji bo tedbîrên sînordarkirinê amade nîne".   

    Ji aliyekî ve jî eksperên din amaje dikin, ku ji bo ku hîn zêdetir kêmkirina çekên nukleerî yên stratêjîk, divê DYA û hevpeymanên wê çendîn mercan pêk bînin. Serokê Navenda Lêkolînên Sîyasî û Civakî ya Rûsyayê Vladîmîr Yevseyev di vê miarê de weha diaxive:

    "Vê gavê ji ber krîza Ûkraynayê li Ewrûpayê aloziyeke cidî heye, di van mercan de Rûsya nikare hîn zêdetir çekên xwe yên nukleerî kêmtir bike. Ji bilî wê, Rûsya wê yekê jî berçav digre, ku DYA plana xwe ya bicihkirina sîstema xwe ya global a Mertala Moşekan  jî wê bidomîne. Mertala Moşekan, a ku DYA li Romanya û Polonyayê bicih dike, dikare pêşiya moşekên ballîstîk ên ji Alaska bigre, ta Awistralyayê lêxe. Ji bilê wê, li Kendava Farsî jî sîstema berevaniya dij moşekan tê sazkirin. An ku li dor Rûsyayê çembereke din a berevaniya dij moşekan tê sazkirin". 

    Eksper her weha amaje pê dike ku qada kartêkirinê ya DYA êdî pir belav bûye û ji sînorên Cîhanê jî derketiye:

    "Li herêma Kendava Farsî wê sîstemên hevdem ên Mertala Moşekan ên Amerîkî bêne bikaranîn, ku dikarin di bilindahiya 150 kîlometrî de jî li hedefên ballîstîk bixin. Heta ne dûr e ku DYA dikare çekan bişîne kozmosê, da ku bikaribe li moşekên ballîstîk ên navkîşwerî jî bide. Rûsya nikare hesaba wan rewaşn nake". 

    Ji layekî din, divê nayê jibîrkirin, ku hevpeymanên DYA yên mîna Fransa û Brîtanya jî xwedî çekên nukleerî ne. Lewma jî Moskow pêşniyar dike ku gotûbêjên li ser Çekên Stratejîk ên Êîşber divê li gorî hesaba potensiyala her sê dewletan bê meşandin. 

    Etîketan:
    DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de