03:05 23 Hezîran 2017
Zindî
    Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn: `Desteserkrina malhebûnîya Rûsyayê ne qanûnî ye`

    © Sputnik/ Alexei Druzhinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1610

    Derbarê desteserkirina malhebûniya Rûsyayê li derveyî welêt, serokê Rûsyayê ragihand, ku Moskow di çarçoveya hiqûqa şaristanî de wê bejewendiyên xwe biparêze.

    Piştî desteserkirina milkên Rûsyayê yên li Fransa û Belçîkayê, Rûsya wê bi riya dadgehê îsbat bike ku desteserkirina malhebûniya wê ne qanûnî ye. Ev daxuyanî ji aliya serokê Rûsyayê Vldadîmîr Pûtîn ve di hevdîtina wî de li gel serokên ajansên nûçegîhanî yên bîyanî hat ragihandin.

    Malhebûnîya Rûsyayê di çarçoveya pêkanîna bîryara Dadgeha Laheyê de hatiye desteserkirin, ku li ser doza pişkdarên berê yên şîrketa petrolê ya Rûsî YUKOS hatibû vekirin. Îflasa heman şîrketê, ku xwediyê wê mîlrayderê bednav Mîxayîl Xodorkovskiy bû, hêj di sala 2006-ê de hatibû ragihandin. Malhebûniya şîrketê di mezadan hatibû firotin û Xodorxkovskî bi xwe jî, ji ber revandina bacan û ji ber dek û dolabên fînansî hatibû darizandin. Pişkdarên  YUKOS vê encamê qebûl nekir  û ji bo wergirtina qerebûyê ji ber `dewletîkirinê` malhebûniya xwe, serî li Dadgeha Laheyê dan.     Dadgehê Laheyê jî bîryar da ku divê Rûsya bi giştî 50 mîlyar dolar qerebû bide pişkdarên berê yên YUKOS`ê.

    Lê belê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand: ` Li ser dozên weha karbisetiya Dadgeha Laheyê tenê digihêje wan dewletan, yên ku Peymana Enerjiyê ya Ewrûpayê îmze kiriye û parafe kiriye. Rûsya wê peyamanê parafe ne kiriye û lewma jî bîryara hakemên Laheyê qebûl nake`.

    Serokê Rûsyayê da zanîn, ku ev ne cara yekemîn e ku pişkdarên YUKOS dixwazin ji Rûsyayê zêdetir pere bistînin. Vladîmîr Pûtîn got: `Berê jî reftarên bi vî rengî yên partnerên me yên bîyanî li hember me çêbûbûn. Emê di çarçoveya proseya hiqûqî ya şaristanî de wê berjewendiyên xwe biparêzin`. 

     

    Bi heman mijarî:

    Fransa û Belçîka hesabên nûnerên Ajansa `Rûsya îroyî` girtin
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de