10:03 23 Sibat 2017
Zindî
    Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn: DAIŞ’ê evqas çek ji ku derê peyda kir?

    © Sputnik/ Alexei Druzhinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1710

    Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ê li St. Petersburg tevlî Forûma Aborî ya navneteweyî bû got: “DAIŞ di roja me de ji artêşa Iraqê zêdetir xwedî çek û derfetên leşkerî ye. DAIŞ’ê evqas çek ji ku derê peyda kir?”

    Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ê li St. Petersburg tevlî Forûma Aborî ya navneteweyî bû got: “DAIŞ di roja me de ji artêşa Iraqê zêdetir xwedî çek û derfetên leşkerî ye. DAIŞ’ê evqas çek ji ku derê peyda kir?” Pûtîn da xuyakirin ku ji bo bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re reformên bi tenduristî bên kirin Rûsya amade ye pêre biaxive û got: “Em ji bo diyaloga bi Serokkomar Esad re amade ne. Pêwîst e bi muxalefetê re reformên bi tenduristî bên kirin. Ez di vê fikrê de me  ku wê ev bi feyde be.” Li ser pirsa ji bo Esad dest ji desthilatdariyê berde wê piştgiriya Rûsya çawa be, Pûtîn got ku wê gelê Sûriyeyê bersiva vê bide û wiha dewam kir: “Ji bo reformên siyasî em amade ne bi Serokkomarê Sûriyeyê re bixebitin. Gelê Sûriyeyê divê biryara xwe bide. Lê divê ev qet ne bikaranîna hêzê be.”

     

    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, DAÎŞ, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de