23:33 27 Nîsan 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Putin: Amadene ligel Esed kar bikin

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Vladimir Putin dibêje ku amade ye ligel Esed kar bike, ji bo dîtina çreseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê.

    Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di gotara xwe ya li Korbenda Aborî ya Saint Petersburgê de got: “Em amadene ligel Serok Beşar Esed kar bikin, ji bo vekirina rêya çaksaziya siyasî daku hemû sûrî karibin bighin desthilatê, ji bo bidawî anîna rûbirûbûnên leşkerî. Lê ew yek jî bi destêwerdana derve ya leşkerî pêk nayê.” Putin hişiyarî ji wê yekî jî da ku, rewşa Sûriyê wek ya Iraq û Lîbyayê lê were û got: “Em naxwazin Sûriyê bikeve vê rewşê de, lewma em piştgririya Serok Esed û hikûmeta wî didin.” Herwiha tekez kir ku, tenê mafê gelê Sûriyê heye ku daxwaza çûna Esed bike. Navborî borî amadeyiya wlatê jî bo danûstanê ligel “Esed û opozîsyona Sûriyê ya avaker” ji bo dîtina çareseriyekê anî ziman.

    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Sûrîye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de