20:32 27 Gulan 2017
Zindî
     Pûtîn û Muhemmed ben Selman

    Pûtîn vexwendina Erebistana Seûdiyê qebûlkir

    © Sputnik/ Mikhael Klimentiev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Ajansa çapemenî a Kremlinê ragihand ku serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn roja pêncşemê li Petrbûrgê, di çarçova 19-mîn Forûma Navnetewî ya Aborî de hevdîtin bi cîgirê cîgirê padîşahê Erebistana Seûdiyê, wezîrê bervanî yê vî welatî Muhammed ben Selman re kir.

    Serokê Rûsyayê di vê hevdîtinê de vexwendina padîşahê Erebistana Seûdiyê Selman ben Abdul Azîz jibo serdana Rûsyayê bike, dûpatkir. Her wiha, Pûtîn ragihand ku ew ji aliyê xwe wê derfeta vexwendina padîşahê Erebistana Seûdî jibo serdana wî welatî bike bikarbîne.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn duh serdana Petrbûrg kir jibo di Forûma Aborî a Navnetewî de beşdarbibe.

    Serokê Rûsyayê hevdîtinê bi mîrê Erebistana Seûdiyê, wezîrê berevanî yê vî welatî Muhemmed ben Selman re kir. Di hevdîtinê de pêşvebirna têkilyên di navbera Rûsya û Erebistana seûdiyê hatin giftûgokirin.

    Etîketan:
    Erebistana Siûdî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de