06:53 26 Îlon 2017
Zindî
    Qirim, bajarê Balaklav

    Tatarên Qirimê li ser `Rapora Qirimê` ya Tirkiyeyê çi difikirin?

    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Rapora şandeya ne fermî ya Tirkiyeyê, ku ji bo lêkolînkirina rewşa tatarên Qirimê çûbû nîvgirava Qirimê, hat aşkerekirin.

    Li gorî raporê, tatarên Qirimê tên mecburkirin ku bibin hemwelatiyên Rûsyayê, mafên wan ên di warê azadiya raman, ziman, darizandina adîlane, perwerde,  destlênedaniya mal û milkê  de têne bipêkirin. 

    Gelo, rapor tevaya rewşa Qirimê çiqas rast destnîşan dike?  Tatarên Qirimê bi xwe li ser raporê çi difikirin? 

    Li ser vê mijarê damezrîner û serokê giştî yê Federasyona Komeleyên Çandî yên tatarên Qirimê  li Tirkiyeyê Unver Sel ji ajansa Spûtnîk`ê re van şîroveyan kirin:

    "Di serî de ez dixwazim bêjim, ku rapor pir dereng hat aşkerekirin.  Her weha eger di daxuyaniyê de zimanekî dîplomatîk bihata bikaranîn, wê baştir dibû. Berovajî agahiyên rayedarên fermî yên Tirkiyeyê, nûnerên çapemenî û bazirganî yên ku berê serdana Qirimê kiribûn û nêrînê xwe ji çapemeniyê re ragihandibûn, daxuyaniya vê heyetê pir hişk bû.  Ez şexsen li bendê bûm ku ev heyet daxuyaniyeke hîn akademîk, raporekî hîn însanî amade bike, lê belê wan daxuyaniyeke siyasî da. 

    Wekî tê zanîn, Qirim êdî bû salek ku tevli Rûsyayê bûye.  Pirsgirêkên ku li Qirimê derdikevin, ne tenê li hember tatarên Qirimê ne, ew dijwariyên hiqûqî ne ku bi giştî di sepandina xebitîna dewletê de derdikevin holê. Ez ne di wê nêrînê de me ku li hember tatarên Qirimê siyasetekî taybet tê sepandin. 

    Dema ku şandeya ne fermî ya Tirkiyeyê serdana Qirimê kiriye, dewlet  tedbîreke ewlekakriyê daye sepandin.  Bê guman, tedbîrên han ji bo ewlekariya wan kesan bûye.  Ez wan tedbîran wekî teqîb, an jî şopandin nabînim.  Ez jî gelek caran çûme Qirimê û ez qet rastî bûyerên mîna teqîbkirin an jî guhdarîkirinê ne hatime. 

    Di raporê de behsa nerehetiya tatarên Qirimê tê kirin.  Nerehetiya wan normal e.  Ji ber ku ew, ew, piştî bi dehan salên sirgunê, piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê  vwegeriyane Qirimê. Di maweya 23 salên heyama desthilata Ûkraynayê de jî nerehetiya wan dewam kiriye. An ku ev nerehetî êdî ketiya ruhê gel. Ji bo ku nerehetiya han nemîne, pêwîste bi dehan sal derbas bibe.  

    Bê guman, piştî tevlêbûna Rûsyayê, li Qirimê sîstemeke nû hiqûqeke nû destpê kir û ne mumkun e ku tengasiyên heyî ji carekî ve bêne çareserkirin. Ji aliyeike din, ambargoya li dijî herêmê jî bandor li rewşê dike. 

    Heyet, her weha behsa tengasiyên mal û milkê dike. Tengasiyên gelê tatarên Qirimê yên mal û milkê piştî vegera ji sirgunê her tim hebûye. Dema ku ew ji sirgunê vegeriyan, wan hin erd dagir kir û bi awayekî neqanûnî xanî ava kirin. Wekî ez dizanim, di vê hêlê de dewlet hin qanûn û rêbazan amade dike. 

    Di rewşekî wisa de baştir dibû ku şandeya ne fermî ya Tirkiyeyê riyeke diyalogê hilbijarta û xizmetê çareseriya pirsgirêkan bikira. Lê wekî tê dîtin, rapor li gorî pêvajoya sîyasî hatiye amadekirin".

    Bi heman mijarî:

    Qirim - Vegera Ber Bi Malê
    Qirim dikare bibe bajareke nukleerî
    Etîketan:
    Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de