15:10 28 Gulan 2017
Zindî
    Çekên nûjen ên bi markaya Kalaşnîkov

    `Kalaşnîkov` êdî berbenda bazarên amerîkî nîne

    © REUTERS/ Stringer
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Forûma leşkerî û zanistî ya bi navê `Artêş-2015`, ku bi destpêşxeriya wezîrê berevaniyê Rûsyayê Sergey Şoygu hatiye organîzekirin, wê 16 hezîranê destpê bibe.

    Di forûma `Artêş-2015` de wê hemû çeşîdên artêşên Rûsyayê, piraniya şîrketên pîşesaziya berevaniyê û her weha nûnerên 32 dewletên bîyanî beşdarî bikin. Di çarçoveya forûmê de mêzîn glover û pêşangeh jî bêne oganîzekirin.

    Beriya destpêbûna forûmê serokê giştî yê holdînga `Kalaşnîkov` Aleksey Krîvorûçko ji ajansa RIAN re ragihand, ku holdîng di forûmê de wê pêşangeheke  berfireh pêşan bide. Tê de ne tenê çekên nû yên agirbar, ên leşkerî û sîvîl, lê her weha nimûneyên teknîka leşkerî jî bêne pêşandan, ku dikevin lîsteya çekên herî modern. Di pêşangeha holdîngê de wê ekîpmana leşkerî, an ku kinc û alavên parastinê yên hevdem ên ji bo tîmên taybet jî bêne nîşandan. Ji bilî wan, kelekên hicûmê, yên ji bo lidarxistina operasyona li peravan, ji bo veguhastina personelê ji bo têkoşîna  li dijî teror û cerdevaniya deryayî jî hebin. Krîvorûçko dibêje, li gorî taybetmendî û arastina xwe, kelekên me ji analogên bîyanî paş namînin, heta ji wan pêşdetir in. Her weha em dikarin heman tiştî ji bo firokeyên bêpîlot ên ZALA Aero jî bînin ziman, yên ku di şîrketekî girêdayî bi `Kalaşnîkov`ê de têne çêkirin. Firokeyên han êdî bala gelek mişteriyên bîyanî kişandine. Holdîng plan dike ku çeşîdên berhemên xwe hîn jî berfirehtir bike.

    Serokê holdînga `Kalaşnîkov` dibêje, bê guman, abmargoyên rojavayî bandor li fealiyeta wan a li derveyî welêt kiriye. Lê belê, karê holdîng, ji zirarê zêdetir bûye. Me bazarên nû peyda kir, heta me karî bi buhayeke hîn balkêştir bifroşin berhemên xwe. Holdîng karî ku ji tevaya barestê re ku me dişand Amerîkayê, mişterî peyda bike.  Îro ji %80 berhemên holdîngê,  leşkerî ye.  Û mişteriyên me yên sereke jî Afrîka, Rojhilata Navîn, Başûr û Rojhilata Asya û Amerîkaya Latinî ye. 

    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de